Li navçeya Şirnex Cizîrê, têkildarî mirovên ji aliyê çeteyên qesrê ve hatine qetilkirin, hînê agahiyeke zelal bi dest nakeve. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê ji 12'ê Kanûnê û vir ve li Cizîrê ye anî ziman ku ji wan re hatiye ragihandin di nava 4-5 rojan de bi qasî 50 cenaze rakirine nexweşxaneyê.
Sariyildiz der barê 27 cenazeyên duh ji aliyê wesayîtên şaredariyê ve hatin rakirin de ev agahî da: "Cenazeyên 12 kesan birin Şirnexê, yên 7 kesan birin Mêrdînê û yên 8 kes jî birin Rihayê. 27 cenazeyên duh hatin rakirin, ji avahiya ku weke jêrzemîna duyemîn tê zanîn û li kolana avahî lê ye, hatin wergirtin."
Sariyildiz da xuyakirin, ku ew hînê agahiyan ji jêrzemîna destpêê ya li Kolana Bostanê nagirin û got, "Der barê cenaze û rewşa birîndarên li jêrzemîna destpêkê de dewlet heta jê tê rewşê dinixumîne. Mirov bi awayekî zindî hatin defnkirin û biqasî 20 roj in agahiyeke bi tenê jî wan nayê girtin. Dayikan xwe gihandin heta ber deriyê jêzemînê û li wê derê ji aliyê tîmên operasyonê ve hatin binçavkirin. Gelekî eşkere ye ku ji bo mirinê li jêrzemînê hatine hiştin."
Sariyildiz diyar kir, divê hikûmet aqûmeta birîndarên li jêrmezînê ji raya giştî re eşkere bike û got, "Li vê derê sûcê li dijî mirovahiyê hat kirin. Wê hesabê vî sûcî li dadgehên navneteweyî bidin."
Sariyildiz da zanîn, ku cenazeyên ji avahiya weke Madimaka Cizîrê tê zanîn hatin derxistin, şewitî ne û got, "Hin cenaze hem şewitî ne hem jî şopa guleyan li ser hene. Hin ji cenazeyan bi temamî hatine parçekirin. Wehşetek li holê heye."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz diyar kir, ku bi rojane ew agahiyê ji Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel wernagirin.