Ji bo Cizîrê li Amedê jiyan sekinî

Li Amed û navçeyên wê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Cizîrê esnafan dikan venekirin, ajokaran wesayît nexebitandin.

DBP, HDP, KJA, KCD, DEM-GENÇ, rêxistinên civakî yên sivîl ên ji bo şermezarkirina wehşeta dewleta Tirk li jêrzemînên du avahiyên Cizîrê kir, biryar dan li Amedê 3 rojan 'jiyanê bisekinînn û berxwedanê mezin bikin'. Di vê çarçoveyê de îro jî li bajêr jiyan sekinî. Mîna duh îro jî li navçeyên Baglar, yenîşehîr Peyasê esnfan dikan venekirin, ajokaran wesayîtên xwe nexebitandin.

Li aliyê din, cenazeyê Mahmût Bûlak ê 16 salî yê duh li navçeya Amed Baglarê ji aliyê polîsan ve hat qetikirin, wê îro saet di 11:00 de li Goristana Yenîkoyê bi merasîmekê were veşartin.