BI DÎMEN

Gerîlayan bang li ciwanên Başûrî kirin: Daxuyanî têrê nake, tevlî berxwedanê bibin

Gerîlayên HPG'ê da xuyakirin, ku li Bakur pêvajoyeke dîrokî heye û bang li ciwanên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê kirin ku bi awayekî çalak cihê xwe di nava şoreşa Kurdistanê ya li Bakur de bigirin.

Gerîlayên HPG'ê yên li Başûrê Kurdistanê diyar kirin, şoreşa li Bakurê Kurdistanê ne ya parçeyekî ye, ya çar parçeyan e, şoreşa tevahiya Kurdan e û destnîşan kirin, ku tevlîbûna li nava têkoşîna Bakurê Kurdistanê wezîfeyeke neteweyî û rûmetî ye.

Gerîlayên HPG'ê yên li herêma Kerkûkê bi erka xweparastinê radibin, ji ajansa me re axivîn.

MESÛT ÇARÇIRA: TEVLÎBÛNA LI NAVA REFÊN ŞOREŞÊ, WEZÎFEYEKE NETEWEYÎ YE

Gerîla Mesût Çarçira bal kişand ser serhildana mezin a li Bakurê Kurdistanê û got, "Tevî hemû êrîşan jî li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke mezin heye. Ji bo serhildanan ji her derê destek tên. Ciwanên li Başûrê Kurdistanê jî kom bi kom daxuyanî dan û dan xuyairin, ku ew li cem berxwedana YPS'ê ne. Bêguman ev daxuyaniyên destekkirinê yên ciwanan nîşaney hestên neteweyî ye. Ev yek ji bo ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê mesajek e. Di heman demê de banga tevlîbûna li nava vê serhildanê ye. Yên xwedî hestên neteweyî, xwedî çand û hişmendiya neteweyî, divê tevlî pêvajoya şoreşê bibin. Girîng e ev tevlîbûn ji her alî ve bidome.

Pêwîste ciwanên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi awayekî çalak destekê bidin berxwedana li Bakur. Heta pêkanîna şoreşê divê ti Kurd li şûna xwe nesekine. Têkoşîna em niha li vê derê bi hêzên pêşmerge re li hemberî DAIŞ'ê dimeşînin û têkoşîna li dijî faşîzma AKP'ê heman têkoşîn e. 

RÛBAR SÎRWAN: EM LI CEM YPS Û YPS JIN IN

Gerîla Rûbar Sîrwan jî ji eniya Kerkûkê silavên xwe ji hêzên YPS û YPS Jin re şand û destnîşan kir, ku divê were zanîn ew têkoşîna hebûnê ya bi rûmet dimeşînin û ew jî heta dawiyê li cem wan e.

Sîrwan got, "Her kes dizane têkoşîn û berxwedana vê hêza Bakur a bi gel re, xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Têkoşîna wan ji bo me pîroz e. Ez di wê baweriyê de me ku berxwedana li wê derê wê heta dawiyê bidome. Ji bo vê jî bang li hemû Kurdan dikim ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.

Divê neyê ji bîrkirin ku serketina Kobanê bi xwedîderketina li berxwedanê ya li her derê re, bi tevlîbûna ciwanên me pêk hat. Kobanê bi vî rengî li cîhanê deng veda. Têkoşîna îro li Bakurê Kurdistanê tê meşandin, ji aliyê cewherî ve mîna berxwedana li Kobanê ye.

'ŞOREŞA BAKURÊ KURDISTANÊ ŞOREŞA HEMÛ KURDAN E'

Dewleta Tirk tevî çeteyên DAIŞ'ê dest bi êrîşa qetilkirina Kurdan kir. Pêwîste her kes vê bibîne û xwedî li têkoşînê derkeve. Bêguman a dibe para Kurdan jî berxwedan e. Lewma bang li tevahiya Kurdan bi taybetî jî ciwanên li Başûr û Rojhilatê Kudistanê dikim, ku bi awayekî çalak cihê xwe di nava vê pêvajoya şoreşê de bigirin. Divê her kes zanibe şoreşa li Bakur ne bi tenê şoreşa Bakur e, ya hemû Kurdistanê ye. Daxuyaniya ciwanên Başûr û Rojhilat a ji bo destekkirinê têrê nake. Eger bi awayekî aktîf tevlî pêvajoya şoreşê bibin, wê ev dijmin bê qedandin. Divê Kurd hîn bi xurtî li ber xwe bidin.

ZANA KERKÛKÎ: DIVÊ CIWANÊN KURD TEVLÎ NAVA REFÊN YPS Û GERÎLA BIBIN

Gerîla Zana Kerkûkî jî berxwedana hêzên YPS'ê bi rêzdarî silav kir û got, "Ew îro ji bo azadiya me hemûyan têkoşîneke gelekî hêja û giranbuha dimeşînin. Divê ciwanên Kurd hemû di vê demê de cihê xwe di nava refên şoreşê de bigirin. Kî dikare tevlî nava YPS'ê bibin divê li wir tevlî bibin, kê dikare tevlî nava refên gerîla bibin bila li wir tevlî bibe. Lê belê divê her kes cihê xwe di nava refên vê berxwedanê de bigire.

Serketina Kobanê bi tevlîbûna neteweyî ya ji çar parçeyan pêk hat. Ji ciwanên li herêmên Kerkûk, Daquq û Kelarê daxuyaniyên ji bo destekkirina YPS'ê hatin dayîn. Ev hêja ye, watedar e. Lê divê were zanîn ku daxuyanî êdî têrê nake. Pêwîstî bi tevlîbûneke çalak heye."