Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, li hemberî maşîneke zirxî ya li dora taxên berxwedanê bi cih bûbû, êrîşeke bi roketan hat kirin.
Hêzên YPS'ê li hemberî maşîna zirxî ya bi tîpa Kobra ya li nêzî nexweşxaneya berê bi cih bûbû, êrîşeke bi roketan pêk anîn.
Piştî çalakiyê ji cihê bûyerê dûxan bilind bû û maşîna zirxî rûxiya.
Maşînên zirxî yên hatin cihê bûyerê, gule li taxa Abdulkadîrpaşa reşandin.
...