TEVDA'ê komkujiya li Cizîrê şermezar kir
Koordînasyona TEVDA'yê, li ser komkujiya li Cizîrê daxuyaniyek weşand û got, "Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê, li dijî tevahiya mirovahiyê hatine kirin."

Koordînasyona Tevgera Êzidiyan a Demokratîk (TEVDA) bi daxuyaniyeke nivîskî re, êrîşa li Cizîrê şermezar kir. Koordînasyona TEVDA'yê êrîşên wehşî yên AKP li Bakurê Kurdistanê dike protesto kir û got "Bila rehma xwedê li şehîdan be û serê hemû malbatan û tevahiya gelê Kurd sax be. Êrîşên dewleta AKP'ê yên li hemberî Bakurê Kurdistanê bi taybetî li hemberî Cizîra Botan, em weke êrîşên li dijî Kurdan û tevahiya mirovahiyê dibînin.
Hesabê vê komkujiyê zû yan jî dereng wê ji faşîzma AKP'ê were pirsîn. Weke TEVDA, em êrîşên faşîzma AKP'ê yên li hemberî Cizîra Botan û tevahiya Bakurê Kurdistanê, mîna êrîşa li hemberî gelê Şengalê dibînin û dibêjin, 'Şengal Cizîr e, Şengal Sûr e, Şengal Efrîn e, Şengal Kobanê ye'. Mîna hemû Kurdên bi rûmet, weke gelê Şengalê me jî di dil û mejiyê xwe de sînorên hêzên mêtînger rakirine. Bîrdozî, jiyan û têkoşîna Rêber Apo û tevgera Apoyî, civaka Kurd a parçe parçe hatibû kirin, bi hemû cihêrengiya xwe re gihand hev. Lewma Kurd êdî yek e. Êdî em ê hemû bi hev re tevbigerin. Weke tevgera TEVDA em dibêjin; pêwîste gelê Kurd ê bi rûmet bi xurtî li ber xwe bide. Faşîzma AKP'ê ya tekparêz, bi berxwedanê re dikare were sekinandin."