Komploya kirêt a navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd (1)

Lîderê mezintirîn îsyana gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemberî mêtîngerî, înkar û tinekirinê gelê Kurd ji xweliyên xwe ji nû ve afirand, beriya niha bi 17 salan, bi komployeke kirêt a navneteweyî dîl hat girtin.

Lîderê mezintirîn îsyana gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemberî mêtîngerî, înkar û tinekirinê gelê Kurd ji xweliyên xwe ji nû ve afirand, beriya niha bi 17 salan, bi komployeke kirêt a navneteweyî dîl hat girtin. Bi têkoşîna bi pêşengiya Ocalan re gelê Kurd êdî li gelemperiya cîhanê bûye gelekî tê naskirin. Ocalan jî weke parêzvanê vî gelî ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê qebûlkirin.

TÊKOŞÎNA OCALAN JI ENQEREYÊ DESTPÊ KIR

Dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd, ku bi nêrînên Ocalan ên li ser rizgariya gelê Kurd re di sala 1960'î de destpê kir, ji tevgerên siyasî yên Kurd ên wê demê re jî zemîneke berhevbûnê amade kir. Ocalan dema li Fakulteya Zanyariyên Siyasî ya Enqereyê dixwend, di destpêka salên 1970'yî de piştî cihgirtina li nava DDKO û hin rêxistinên çep ên Tirkiyeyê, bi ciwanên li dora xwe civandî re teza 'Kurdistan di bin mêtîngeriyê de ye' rêxistinbûyîneke nû ya fraksiyona çep ava kir. Piştre bi pêşengiya Ocalan di 1'ê Gulana 1973'an de bi komek ji 6 kesan re li dora Bendava Çûbûk a Enqereyê civînek pêk hat û di çarçoveya biryarên ji vê civînê derket re, hîmên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd a demdirêj hat danîn. Piştî salekê heman komê Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqereyê (ADYOD) ava kir û xebatên xwe li ser bingeheke qanûnî danî. Ocalan nêrînên xwe di ser ADYOD a di sala 1974'an de vebû û di sala 1975'an de hat girtin, belav kir. Ocalan bi hevrêyê xwe Hayrî Dûrmûş re broşura ji 68 rûpelan a bi navê 'Rêya Şoreşa Kurdistanê' re nexşerêya xebatên li pêşiya xwe, destnîşan kir.

SEFERA KURDISTANÊ YA BI PÊŞENGIYA OCALAN

Bi civînên Çileya 1977'an ên Dîkmen û Tûzlûçayirê bi pêşengiya Ocalan hatin lidarxistin re, pitşî ku biryara çûyîna Kurdistanê hat wergirtin, xebatên qadê yên li Kurdistanê destpê kir. Vegera destpêkê ya li Kurdistanê bi kadroyên di nava komê re destpê kir. Kadroyên di nava komê de ji Riha, Dîlok, Amed, Mêrdîn, Elezîz, Çewlik, Dêrsim, Qers û Agiriyê derbasî nava Kurdistanê bûn. Van kadroyan li van bajaran xebatên propagandayê meşandin. Piştî vî karê propaganda yê salekê dewam kir, di asta herêman de civîn hatin lidarxistin. Ocalan di mehên Nîsan û Gulana 1977'an de Ocalan bi xwe li bajarên Qers, Agirî, Dêrsim, Dep, Amed û Dîlokê geriya, ku ev yek weke 'sefera Kurdistanê' pênase kir û civîn lidar xist. Koma ku bingeha Tevgera Azadiyê danî û gel xwedî lê derket, bi vî rengî di veguherîna ber bi tevgereke siyasî de gelekî bi pêş de çû.

YEKANE RÊBERÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURD

Koma bi pêşengiya Ocalan, ku weke 'Apoyî' û 'Artêşa Rizgariya Neteweyî' dihatin binavkirin, roj bi roj mezin bû. Bi vê mezinbûnê re êdî bi awayekî vekirî bû hedefa dewleta Tirk. Piştî ku şoreşgerê enternasyonalîst ê ku Ocalan weke 'ruhê min ê veşartî' binav dikikr Hakî Karer ê Tirk li Dîlokê hat qetilkirin, kom bi awayekî fermî di nava hedefên dewleta Tirk de cih girt. Piştî Karer hat qetilkirin, Ocalan û hevalê wî biryara partîbûyînê dan û PKK a weke ji nû ve vejîna gelê Kurd bi nav dikin, ava kirin. Di 27'ê Mijdara 1978'an de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di kongreya destpêkê ya li Deşta Fîsê ya li navçeya Amed Liceyê, hat îlankirin.

NAVÊ KURDAN BI CÎHANÊ DA BIHÎSTIN

PKK a bi rêbertiya Ocalan, piştî salên 1980'ê bû rêxistineke ku timî navê hat bihîstin û ne tenê li Tirkiye û Rojhilata Navîn, li tevahiya cîhanê deng veda. Heman piştî damezrandina PKK'ê, di 19'ê Kanûna 1978'an de dewleta Tirk bi komkujiya Mereşê re, ku li gorî hejmarên fermî 111 sivÎlan jiyana xwe ji dest dan, li hemberî Kurdan bi awayekî vekirî şer îlan kir. Û li 11 bajarên Kurdan biryara rewşa awarte hat wergirtin û bi cih anîn. Piştî Komkujiya Mereşê Ocalan di civîna bi kadroyên PKK'ê re rêveçûna Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir, ku ev pêla bi Komkujiya Mereşê re destpê kiriye, wê ber bi darbeyeke leşkerî ve biçe. Ji xwe piştî demekê di 12'ê Îlona 1980 de darbeya leşkerî hat kirin. Li ser vê yekê Ocalan di ser Pirsûsê re derbasî Sûriyeyê bû. Kadroyên PKK'ê yên bi darbeyê re hatin girtin, li girtîgehan rastî pêkanînê li dijî mirovahiyê hatin. Li hemberî van pêkanînên li dijî mirovahiyê, kadroyên PKK'ê ketin rojiya mirinê û bi berxwedaneke mezin re navên xwe û kesayetiya têkoşer a PKK'ê dan bihîstin.

BERSIVA OCALAN A LI HEMBERÎ DARBEYÊ BI PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ RE DA

Ocalan di wê demê de, bi kampên li Geliyê Bekaa yê Sûriyeyê re perwerdeya bîrdozî û leşkerî da. Piştî Konferansa 1. a  PKK'ê, di kongreya 2. de biryara 'Vegera li welêt' hat dayîn. Piştî kongreyê PKK'yî êdî kom bi kom vegeriyan herêman. Di sala 1984'an de baskê leşkerî yê rêxistinê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hat ragihandin û heman piştî vê ragihandinê bi pêşengiya fermandarê efsanewî yê PKK'ê Mahsûm Kormaz re, bi Pêngava 15'ê Tebaxê re li Dihê bi çalakiyekê re têkoşîna çekdarî hat destpêkirin. Bi gelbûyîna PKK'ê re, Tirkiye ket nav hesabên tesfiyekirina Ocalan û qedandina PKK'ê. Di vê çarçoveyê de di 6'ê Gulana 1996'an de ji bo qetilkirina Ocalan, wesayîteke ji bi sedan kîloyî teqemeniyê re Ocalan yekser hedef hat girtin. Piştî ku ev sûîqest bi ser neket, Tirkiyeyê vê carê gef li Sûriyeyê xwar û zexta derketina Ocalan ji Sûriyeyê kir.

BI KOMPLOYÊ BERSIV DAN NÊZÎKATIYA OCALAN A JI BO ÇARESERIYÊ

Halbûkî PKK a bi pêşengiya Ocalan, hemû nêrîn û hewldanên xwe yên ji bo aştiyê fermî kirin û di sala 1993'an de agirbest îlan kiribû. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd ev niyet di sala 1998'an de hatibû dubarekirin. Tevî van hemû hewldanên ji bo aştî û çareseriyê yên Ocalan, Tirkiyeyê bi desteka hêzên navneteweyî re hesabên tesfiyekirina Ocalan dikir. Di vê çarçoveyê de di 17'ê Îlona sala 1998'an de li Washîngtonê di navbera PDK, YNK û DYA de civînek hat lidarxistin. Di civînê de di navbera rêveberî û Meclîsa Federe ya Kurd a di sala 1992'an de hat avakirin û Tirkiyeyê de peyman hat morkirin û xizmet ji planên şer û tesfiyeyê yên Tirkiyeyê re hat kirin. Li hemberî PKK a bi ferman Ocalan re di pozîsyona agirbestê de bû, ji aliyê dewleta Tirk ve êrîş hatin kirin. Fermandarê Hêzên Bejahî Atîlla Ateş bi hin payebilindên dewletê re nota li ser nota da Sûriyeyê. Bi vî rengî komploya navneteweyî hêdî hêdî der dibû. Herî dawî Serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel di axaftina vekirinê ya Meclîsê ya 1'ê Cotmehê de gefa îlana şer li Sûriyeyê xwar û komploya navneteweyî ya li hemberî Ocalan bi vî rengî destpê kir. Piştre di encama civînên navbera Tirkiye-Misir û Tirkiye Sûriyeyê de, li hev hat kirin ku Ocalan ji Sûriyeyê bê derxistin. Ev mutabaqata kirêt a navbera dewletan, di 20'ê Cotmehê de bi awayekî fermî hat eşekrekirin. Encama hevdîtina 19'ê Cotmehê ya li Edeneyê di navbera Tirkiye-Sûriyeyê de hat kirin bi vî rengî hat deklerekirin: "Ocalan ji vê kêliyê û pê ve li Sûriyeyê nîne û wê bi ti awayî destûr neyê dayîn li Sûriyeyê vegere." Bi vî rengî metna mutabaqatê hat îmzekirin û piştî rojekê hat deklarekirin.

BI BÊRÊBERHIŞTINA OCALAN RE XWESTIN TÊKOŞÎNA AZADIYÊ BIQEDÎNIN

Komploya kirêt a bi destê hêzên navneteweyî di şexsê Ocalan de li dijî gelê Kurd ji aliyê dewletê herêmê ve hat kirin, careke din nîşan da ku dema mijar Kurd be, hêzên hegemon û emperyal bi çi rengî tifaqê dikin. Bi tifaqa komploya kirêt a navneteweyî re xwestin Têkoşîna Azadiyê ya Kurd biqedînin. Li ser bingeha tifaqa komploya kirêt re xwestin PKK a bi lîderiya Ocalan re bê rêber bihêle û bi tevgereke topyekûn re tesfiye bike. Ocalan di axaftineke xwe ya li ser wê demê de ragihandibû ku li pêşiya wî du alternatîf hebûn; yek jê derketina serê çiyê, ya din jî çûyîna Ewropayê bû, wî jî çûyîna Ewropayê hilbijartiye ji ber ku xwestiye pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî û diyalogê çareser bike. Ocalan di 7'ê Cotmehê de bi Wezîrê Ragihandinê yê wê demê yê Yewnanîstanê Konstantînos Bantoûvas ê hat Sûriyeyê re hevdîtin kir. Konstantînos soz da ku li Yewnanîstanê ew ê alîkariya çareseriya pirsgirêkê bikin. Di vê dema ku ji bo sûîqestê jî rêxistinên îstîxbaratê dabûn dû Ocalan ku cihê wî tespît bikin, mayîna Ocalan li Sûriyeyê bi giştî jî li Rojhilata Navîn zehmet bû. Li ser vê soza ji Yewnanîstanê wergirtî re Ocalan di 9'ê Cotmeha sala 1998'an de ji Sûriyeyê derket.

Piştî ku xatir ji hevrêyên xwe xwest, mîna rêwiyekî ji rêzê bi ablafira Rêyên Hewayî yên Sûriyeyê, ya sefera Şam-Heleb, Atîna-Stockholm dikir re çû Yewnanîstanê. Banteoûvas ê ku soz da Ocalan diviyabû ew li balafirgehê pêşwazî bikira, lê li balafirgehê ew tinebû. Bi ti awayî nehat peydakirin, têkilî pê re nehat danîn. Piştî ku daket balafirgeha Atînayê sozên ji Ocalan re hat dayîn, bi cih nehat anîn. Ocalan berê xwe da Moskowayê. Ji aliyê endamê 'Komîteya Navendî' ya PKK'ê yê wê demê berpirsyarê Rûsyayê bû Mahîr Welat (Nûmar Ûçar), Rustem Broyî, Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rûs Vladîmîr Jîrînovskî û Serokê Komîsyona Jeopolîtîk a Dûma Aleksey Mîtrafanof ve Ocalan û yên pê re hatin pêşwazîkirin.

RÛSYAYÊ LI DIJÎ SERLÊDANA PENABERIYA SIYASÎ DERKET

Ocalan 33 rojan li Rûsyayê ma. Di vê demê de Ocalan daxwaza penaberiya siyasî li Rûsyayê kir. Di 4'ê Mijdarê de Meclîsa Dûma, 298 parlametneran pêşnûem biryara ji bo naskirina mafê penaberiya siyasî ya Ocalan erê kirin. Lê belê li ser navê Wezîra Karên Derve ya DYA ya wê demê Madeleîne Albîrght berdevkê wê James Rûbîn daxuyaniyek da; nerazîbûn nîşanî vê da û diyar kir ku ew ê naskirina mafê penaberiyê ji aliyê ti welatî ve qebûl nekin. Albrîght ji hikûmeta Rûsyayê xwest ku lêkolîn bike bê Ocalan li welatê wan e yan na, piştre ger lê be ya radest bike yan jî dersînor bike. Serokwezîrê Rûsyayê Yevgenî Prîmakov destûr neda Ocalan li Rûsyayê bimîne. Wezîrê Karên Hundir ê Rûsyayê Sergeî Stepaşîn di civîna çapemeniyê ya li Konseya Ewropayê de anî ziman ku ti girîngiya biryara ji aliyê Dûma ve hatiye girtin nîne. Jîrînovskî yê Ocalan li Moskowayê pêşwazî kir û li mala xwe kir mêvan, tevî Mîtrafanof û rayedarên îstîxbarat û ewlekariya Rûsyayê Heba Çîlî bi hev re çûn mala Ocalan lê dimîne û ji Ocalan xwestin, Rûsyayê biterikîne.

RÛSYA BI 8 MÎLYAR DOLAR Û PROJEYA MAVÎ AKIM RE TEVLÎ KOMPLOYÊ BÛ

Ocalan, li ser vê komploya kirêt ku Rûsya jî tevlî bû, berê xwe da Îtalyayê. Di 12'ê Mijdara 1998'an de di çapemeniyê de nûçeyek weke 'Ocalan li balafirgehek li nêzî Roma'yê hat girtin, hat weşandin. Mesût Yilmaz li ser vê nûçeyê li Wezîrê Edaletê Hasan Denîzkûrdû geriya û ferman da wî 'karên îadekirinê derhal bide destpêkirin'. Di vê demê de Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Enqereyê Aleksander Lebedev ji bo girîngiya ew didin dostaniya Tirkiyeyê nîşan bide, xwest bi Serokwezîr re hevdîbinê bike. Lebedev di vê hevdîtinê de wiha digot: "Ez hatime wezîfedarkirin ku ji we re ragihînim, Federasyona Rûsyayê soza xwe bi cih aniye. Di krîza aboriyê ya welatê me di nav de ye de, Tirkiye li cem Rûsyayê sekinî. Hikûmeta we bang li şîrketên Tirk kir ku xwe ji Rûsyayê venekişînin. Me ji we re hingî gotibûn ku em ê vê dostaniya we ji bîr nekin. Gava di mijara Ocalan de me avêtiye, nîşaneya vê ye." Bi vî rengî radigihan ku wan sozên dane Tirkiyeyê bi cih anîne. Li ser vê yekê ÎMF'ê krediyek ji 8 mîlyar dolarî da Rûsyayê. Tirkiyeyê jî projeya Mavî Akim da Rûsyayê. 

KURDAN LI ROMAYÊ OCALAN BI TENÊ NEHIŞTIN

Ocalan di 12'ê Mijdara 1998'an de tevî Ayfer Kaya, Mecît Mamoyan û Parlamenterê Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê Romana Montavanî re bi balafirê derbasî Îtalyayê bû. Tevî ku Îtalyayê soz dabû jî, piştî ku Ocalan hat nava xaka Îtalyayê, der heqê wî de biryara girtinê hat dayîn. Serokê Hikûmetê Massîmo D'Alema da xuyakirin, ku ew ê Ocalan teslîmî welatekî mîna Tirkiyeyê yê cezayê îdamê lê heye nekin û li gorî qanûnên xwe darizandina wî bikin. Partiya Keskan dixwest Ocalan radestî Elmanyayê were kirin û li wir bê darizandin. Lê belê Elmanyayê xwe nêzî vê nedikir. Tevî ku li Elmanyayê der heqê wî de biryara girtinê hebû jî, saziyên dadgeriyê yên Elman ên bi lez û bez li hev civiyan, bi hinceta 'dem di ser re derbas bûye' dan xuyakirin ku doz betal bûye û ew Ocalan naxwazin. Îtalya nexwest Ocalan radestî Tirkiyeyê bike, Enqereyê jî li hemberî Îtalyayê helwest nîşan da. Wezîrê Parastina Milî Îsmet Sezgîn û Wezîrê Karên Derve Îsmaîl Cem, hişyarî dan rayedarên Îtalyayê û sînyala ambargoya aboriyê dan. Heman piştî vê hişyariyê bi pêşengiya TOBB û ÎTO kampanya boykotkirina malên Îtalyayê destPê kir. Kurdên li Ewropayê jî herikîn Îtalyayê û xwedî li Ocalan derketin. Kurdan li nêzî mala Ocalan lê dima çalakiya rûniştinê pêk anîn.

OCALAN: HEBÛNA ME  JI BO EWROPAYÊ GIRAN BÛ

Mayîna Ocalan li Romayê êdî nepêkan bû. Di 16'ê Çileya 199'an de Ocalan ji Romayê derket. D, mava 66 rojên Ocalan li Îtalyayê ma de, pirsgirêka Kurd li vir hat nîqaşkirin û hewldanên ji bo çareseriyê hatin nirxandin. Lê belê dewleta Îtalyayê, ji ber mûxalefeta rastgir û li derve jî ji ber zexta giran a DYA û Tirkiyeyê paş de gav avêtibû. Ocalan bi gotina 'Hebûna me jib o Ewropayê giran bû' işaret bi durûtiya welatên Ewropayê kiribû. Bi vî rengî Ocalan piştî 66 rojan careke din berê xwe da Rûsyayê. Ocalan di 16'ê Çileyê de bi balafireke taybet ji Balafirgeha Cîampîno ji Romayê derket. Vegera Ocalan li Rûsyayê, ji ber îqnaya endamê ERNK'ê Mecît Mamosyan û Mahîr Welat ve pêk hat. Vegera Ocalan li Rûsyayê di nava demeke kurt de li her derê hat bihîstin. Mahîr Welat îdîa kiribû ku amadekariyek hatiye kirin, lê li Moskowayê amadekariyek bi vî rengî tinebû. Ji kêliya Ocalan hat û pê ve Rûsyayê dabû xuyakirin, ku ew ê Ocalan qebûl neke. Biryar hatibû dayîn ku di ser Ermenîstan Karabagê re li Kurdistanê vegere. Lê belê dema li balafirê siwar bû, rêya balafirê bi awayekî derveyî kontrolê hat guhertin û Ocalan li Duşanbe hat danîn.

ÊDÎ HER TIŞT LI DERVEYÎ OCALAN DIQEWIMÎ

Ocalan li Duşanbe hat tecrîdkirin. Êdî bi xwe nikaribî biryar bida. Her tişt li derveyî wî diqewimî. Ocalan bi gotina 'Min bikira qîrînî wê kesekî nebihîsta, ez bimiram, wê kesî cesedê min nedîta' 6 rojên tecrîdê kurteber dikir. Di 26'ê Çileyê de berî ji Duşanbe derkeve, ajanên KGB'ê gef lê xwarin û dixwestin ku roja din welêt biterikîne. Di vê demê de Mahîr Welat û Mecît Mamoyan hewl didan Ocalan îqna bikin ji bo bibin Moskowayê. Piştî çend salan ji xwe derket holê ku Mecît Mamoyan ajanekî Înterpolê yê li Ermenîstanê dijî ye. Mahîr Welat bi zanebûn an jî nezanî di nava vê komployê de roleke mezin lîstibû. Ocalan piştî bi salan di daxuyaniyeke xwe ya li Girava Îmraliyê de ji bo Mahîr Welat gotibû, "Li Romayê ez bi rola Mahîr Welat a di nava komployê de hesiyam, lê ji ber ku di destê min de delîlekî zelal tinebû, min gumana xwe veşartî hişt. Şaşitiyên dîrokî yên Mahîr û dostê wî Mecît hene. Li Atîna jî hatin em birin. Mahîr gelekî erênî hat. Got me demeke ji 6 mehan wergirt. Hikûmeta Îtalyayê jî gelekî da zorê. Gotin 'eger hûn neçin, em ê bigirin'. Mahîr negotibûya ez nediçûm". Ji ber ku şert û mercên mayîna li Rûsyayê nemabû Ocalan hewl da careke din biçe Yewnanîstanê.

JI NÛ VE YEWNANÎSTAN...

Bi tenê rêyek li pêşiya Ocalan mabû, ji nû ve li Yewnanîstanê vegere. Ayfer Kaya bi amîralê teqawît Andonîs Naksakîs re hevdîtin kir û anî ziman ku jiyana Ocalan di xeteriyê de ye, lewma divê li Yewnanîstanê vegere. Li ser vê yekê bi balafireke hat kirêkirin re Ocalan li Balafirgeha Navneteweyî ya Atînayê peya bû. Naksakîs li balafirgehê, Ocalan weke Şêwirmendê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Jenkî V. bi polîsên wezîfedar da naskirin. Amîralê teqawît Nasksakî Ocalan bir maleke li gundê Nea Makrî ya 40 kîlometre dûrî paytext Atînayê. Ev mal a endameke berê ya partîzan wêjevan Vûla Damaînako bû. Damaînaok û keça wê wênevan Helenî Vassîlopûlos ji bo Ocalan gotin, "Min dixwest welatê min serbixwe bûye û mafê penaberiya siyasî bida Ocalan."

Destûr ji Ocalan re nehat dayîn ji bo li Yewnanîstanê bimîne. Ocalan vê carê çûyîna Hollanda weke pêşniyar pêşkêşî rayedaran kir. Ocalan, ji bo derkeve pêşberî dadgeha navneteweyî Hollanda hilbijartibû. Yewnanîstan, ji ber ku welatê Ewropayê bû ev daxwaz di destpêkê de red kir, lê piştre qebûl kir. Balafirekê wê Ocalan ji Atînayê bibira bajarê Rûsya Spî Mînsk û ji wir jî bi balafireke din biça Laheyê. 

KOMPLO HAT KÛRKIRIN

Dema Ocalan li Balafirgeha Mînskê peya bû, balafira wê pê biça Laheyê li holê nebû. Ji ber ku ji balafirgehên Hollanda û Rûsya Spî destûra balafirê nehatibû dayîn. Dûre berdevkê Balafirgeha Rotterdam Zestîenhovenê Mr. Breedveld danê heman êvarê da xuyakirin ku hemû balafirgeh ji balafirên taybet hatine girtin. Li ser vê yekê Ocalan neçar ma vegere Yewnanîstanê û ji ber zextê terikandina welêt lê hat kirin, vê carê bi heman balafirê ji Girava Korfû re hat şandin. Ocalan li Girava Korfû li navenda îstîxbaratê ku baregehên leşkerî yên Îngilîz û Amerîka lê hebû, hat ragirtin. Ocalan ê li Korfû weke dîlgirtiyekî dihat ragirtin, şens jê re nehat dayîn ku bi vîna xwe giravê biterikîne. Dema zexta derketinê li Ocalan hat kirin, Serokwezîrê demê Bulent Ecevît li Enqereyê, bi Korgeneral Yaşar Buyukanit ê koordînatoriya xebatên operasyonê dikir re hevdîtin kir. Endamê îstîxbaratê Savas Kalenderîdîs ê li Girava Korfû hat cem Ocalan, vê carê ji Ocalan re got, "Me bi ser xist. Ez bi Pangalos re axivîm, ji we lêborînê dixwaze. Me çareserî dît." Bi vî rengî berê Ocalan da welatên Afrîkayê. Ocalan di destpêkê de li dijî vê planê derket, lê bi bendewariyeke ku hêviyek jê derkeve, neçar ma qebûl bike.

Li gorî planê wê Ocalan ji welatên Afrîkayê re bihata şandin, ji vir jî bişanda Komara Afrîkaya Başûr. Yewnaniyên garantiya vê dan, qet qala Kenyayê nekiribûn, bi tenê gotibûn Afrîka. Lê belê di 2'ê Sibatê de berê balafirê dan Kenyayê. Tevî Ocalan Îbrahîm Bayar, Melsa Denîz, Arîstos Arîstoû yê Qibrisî û Savas Kalenderîdîs li balafirê siwar bûn. Ocalan birin mala Sefîrê Bilind George Costoslas. Lê belê Costoslas dema Ocalan li pêşberî xwe dît jê re got, "Di nava NATO de ev 20 sal in ez di nava yekîneya ku te lêkolîn dike de, cih digirim. Li ezmanan li te digeriyam, lê min te li erdê dît." Bi vê gotinê re nîşan da ku êdî komploya navneteweyî gihaştiye dawiyê.

DYA LINGÊ KOMPLOYÊ YÊ KENYAYÊ ORGANÎZE KIR

Bi van bûyer û qewimînan re, li ser agahiyên ji CIA hatin, li Qesra Çankayayê Serokomar Suleyman Demîrel, Serokwezîr Bulent Ecevît, Serokê Fermandariya Giştî Huseyîn Kivrikoglû û Şêwirmendê MÎT'ê Şenkal Atasangûr careke din li hev civiyan. Piştî revandina Ocalan Ecevît daxuyaniyek da û got, "Di 4'ê Sibatê de ji me re hat ragihandin ku Ocalan li Afrîkayê ye." Bi vî rengî li xwe mikur hat ku çima civîn pêk anîne. Bi belgeyan re di rojnameyan de hat weşandin ku komploya navneteweyî ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ve hatiye plankirin. Li gorî vê yekê; di navbera MÎT û CIA de protokoleke hêsan hat çêkirin. Di protokolê de wiha dihat gotin; 'Girtina Ocalan û anîna wî ya Tirkiyeyê wê bi operasyona hevpar a MÎT û CIA bê kirin. Ocalan wê bi saxî were girtin û bi 'adîl' bê darizandin."

'EV DER WÊ BIBE RAWESTGEHA DAWÎ YA KOMPLOYÊ?'

Li Kenyayê polîtîkaya zextê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi giranî dewam dikir. Zexta ji bo derketina Ocalan ji mala li Kenyayê lê bû, êdî gelekî dijwar bûbû. Di vê navberê de rayedarên Yewnanîstanê yên soz dan Ocalan û ew birin Kendyayê, vê carê plan dikirin ku bi zorê jî be Ocalan ji Sefaretxaneya Bilind derxînin. Papaîoannoû û Serokê EYP Stravrakakîs bi rêya telefonê ji rayedarên li Kenyayê re radigihand ku ji bo Ocalan ji Sefaretxaneya Bilind derxînin ew ê ji Atînayê 4 kesan bişînin. Ocalan ji aliyê Kurd ê li cem wî re got, 'Gelo ev der wê bibe rawestgeha dawî ya komployê?' Ocalan bang li Şemse Kiliç kir û daxuyaniya dawî ya beriya Îmraliyê da. Ocalan di daxuyaniya xwe de got, "Tê xwestin ku hewldana qirkirinê ya Tirkiye li ser gelê me ferz dike, bi komploya li hemberî şexsê min re di asta herî tirsnak de bê bi encamkirin. Li hemberî vê yekê, ji bo garantiya hiqûqî werbigirim li qada navneteweyî ketim nava gelek hewldanan."

PÊVAJOYA LI KENYA Û REVANDINA BER BI TIRKIYEYÊ VE

Ocalan li Kenyayê, dikarîbû di her kêliyê de rastî sûîqesta ajanên Tirk jî bihata. Di 10'ê Sibata 1998'an de rota di ser Misirê re ber bi Ûganda ve hatibû destnîşankirin. Li balafirê dîmen hat kişandin ku weke belgeyê vê rêwîtiyê ne. Ekîb dema gihaşt Ûganda, 7 kesên bi wergirtina Ocalan re wezîfedar, qet ji balafirê derneketibûn. Timî li benda fermana Amerîkayan bûn. Ekîba ku di 10'ê Sibatê de gihaşt Ûganda, heta êvara 14'ê Sibatê li benda agahiyê ma. Di vê demê de ji bo wergirtina Ocalan 2 caran hewl hat dayîn. Lê belê Ocalan li Kenyayê li hemberî zextan li ber xwe dida. Tevî zextên Amerîkiyan û Yewnanîstanê jî Sefaretxaneya Bilind a Yewnan neterikand. Kenyayê di 15'ê Sibatê de xwest Ocalan bê dersînorkirin. Bi şertê çûyîna Hollandayê terikandina avahiyê qebûl kir. Lê belê wesayîta Ocalan dibir balafirgehê ji nişka ve ji nava konvoyê derket û winda bû. Ocalan di 16'ê Sibatê saet di 03:00 de hat revandin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan di daxuyaniya xwe ya piştre de gotibû "Berpirsyarên ên min anîne vê derê DYA û NATO ye." Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît jî piştî bi salan got, "Ez hînê fêm nakim bê çima Ocalan teslîmî me kirin" û bi vî rengî mikur hat ku bi qasî nikare fêm bike komploya navneteweyî kûr e.

Ocalan ev komplo şiband trajediya Hz. Îsa û got, "Min li çarmixê xisitn. Yek ji mixan li Rûsyayê, yek li Îtalyayê, yek li Yewnanîstanê yek jî li Tirkiyeyê hat xisitn." Ji aliyekî din ve Ocalan ev rewş şiband efsaneya Hz. Îbrahîm û got, "Tirkiye kirin depoya ji êzingan, bi balafirê ez avêtin nava wê. Lewma mîna Gola ji Masiyan utopyayeke aştiyê dikare biafire. Eger em aştiyê rizgar bikin, efsaneya Îbrahîm dikare bibe rastî."

Sibe: 17 salên berxwedan û lêgerîna çareseriyê li Girava Îmraliyê