Cenazeyên mirovên hatin qetilkirin ji bajarên cuda re hatin şandin

Cenazeyên 27 kesên duh êvarê ji jêrzemîna birîndar lê hebûn hatin derxistin, ji bajarên Riha, Mêrdîn û Şirnexê re hatin şandin.

Cenazeyên 27 kesên pêr bi şev di encama erîşa hêzên dewleta Tirk de li jêrzemîna avahiya duyemîn a li Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan û duh rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê, ji bajarên Riha, Mêrdîn û Şirnexê re hatin şandin.

Ji van cenazeyên ku piraniya wan hatin parçekirin û şewitandin, 8 ji Rihayê, 7 ji Mêrdînê, 12 jî ji Şirnexê re hatin şandin.

Cenazeyên 13 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin ên beriya niha hatibûn rakirin, li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê ne.