Polîsên tîmên taybet ên Tirk hewl dan kincê leşkerî yê YPG'ê bidin dirûtin!

Derket holê, ku li Nisêbînê polîsên tevgera taybet çûne cem terziyekî û jê xwestine, kincê leşkerî yê YPG'ê bide dirûtin.

Derket holê, ku li Nisêbînê polîsên tevgera taybet çûne cem terziyekî û jê xwestine, kincê leşkerî yê YPG'ê bide dirûtin. Ji ber ku xwediyê terzîxaneyê li dijî vê derket, plana 'YPG li qadên xwerêveberiyê yên Nisêbînê li dijî dewletê şer dike' ya tîmên tevgera taybet pûç bû. Hat gotin, ku li ser vê yekê van polîsên Tirk vê carê hewl dane kincên YPG'ê li Qoserê bidin dirûtin.

Hêzên dewleta Tirk ên li pêşberî berxwedana qadên xwerêveberiyê piştî bi mehan neçar man paş de gavê biavêjin, xwe ji bo pêleke nû ya êrîşan amade dikin. Di heman demê de serî li rêbazên kirêt ên şerê salên 90'î didin. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala tevî Hezexê fermana kokujiyê ji bo Nisêbînê jî da. Bûyerek li Nisêbînê derket holê, careke din nîşan da ku dewlet di kîjan astê de serî li rêbazên tarî dide. Hêzên şerê taybet ên dewleta Tirk ên li zemîn û bingehek ji bo komkujiyê digerin, çûn terzîxaneyek li Nisêbînê û jê xwest kincê leşkerî û logoyên YPG'ê bidirû.

DEMA QEBÛL NEKIR, HEQARET LÊ HAT KIRIN

Xwediyê terzîxaneyê yê nexwest navê xwe eşkere bike anî ziman, polîsên tîmên tevgera taybet hatine kargeha wî û jê xwestine 60 kincên leşkerî yên YPG'ê yên bi logoya YPG'ê bidirû. Esnavê navborî diyar kir, wî ev daxwaza polîsên tîmên tevgera taybet qebûl nekiriye û li ser vê yekê tîmên tevgera taybet heqaret li wî kirine û ji terzîxaneya wî derketine.

'ÇÛN TERZÎXANEYÊN LI QOSERÊ'

Xwediyê terzîxaneyê da zanîn, ku polîsên tevgera taybet piştre çûne terzîxaneyên li Qoserê û hewl dane kincên YPG'ê bidin dirûtin. Xwediyê terzîxaneyê da xuyakirin, ku ew nizane bê polîsên tevgera taybet ji wê derê tişta dixwestin bi dest xistine yan na.