NAV-DEM: Ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) bi daxuyaniyekê ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) bi daxuyaniyekê ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) bi daxuyaniyekê ji bo meşa li Strasboûrgê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Di ser dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan re 17 sal derb asbûn. Li hemberî tecrîda giran, bi tenê hiştin û zextên teslîmgirtinê, berxwedana Birêz Abdullah Ocalan û xwedîderketina gelê me li rêberê xwe, komplo pûç kiriye."
NAV-DEM'ê da xuyakirin, ku divê hemû hêzên komploker û hêzên serdest ê Tirk zanibin, ti polîtîkaya kirêt nikare gelê Kurd ji doza wê ya mafdar û meşa azadiyê vegerîne.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser berxwedana Cizîr, Sûr û bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û hat gotin, "Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bi gotina, 'Em li ber faşîzmê nehatin ser çokan, me serî netewand, em ê netewînin' re banga xurtkirina berxwedanê kir. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi şiyara 'Her der Cizîr, her der Sûr, her der berxwedan e' xwedî li projeya jiyana nû ya Serok Apo derkevin, berxwedanê mezin bikin û faşîzma AKP'ê têk bibin."
MEŞ Û MÎTÎNGA 13'Ê SIBATÊ
NAV-DEM'ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:
"Em bang li Kurdên li Ewropayê dijîn û dosten xwe dikin, ku bi xurtî tevlî meş û mîtînga 13'ê Sibatê roja Şemiyê ya li Strasboûrgê bibin. Em bang li gelê xwe dikin ku komploya navneteweyî, faşîzma AKP'ê û komkujiyên li Kurdistanê şermezar bike, xwedî li azadiya Birêz Ocalan û berxwedana xwerêveberiyê derkeve."