Komkujî li Mehsertê hat protestokirin
Li navçeya Mêrdîn Mehsertê, komkujiyên li Cizîr û Sûrê hatin protestokirin. Di daxuyaniya li vir de hat gotin, "Divê neyê ji bîrkirin, ti hêz bêdawî nîne. Divê neyê ji bîrkirin, roja hesabpirsînê wê were."

Li navçeya Mêrdîn Mehsertê, rêxistinên DBP û HDP'ê yên navçeyê, bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Cizîr û Sûrê, li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek hat dayîn.
Beriya daxuyaniyê deqeyeke ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin. Piştre Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Elmas Demîrcan daxuyanî da û destnîşan kir, ku zîhniyeta faşîst a mirovên mezlûm bi tank û topan qetil dike, wê winda bike.
Demîrcan anî ziman ku yekane berpirsyarê vê komkujiyê Qesr û Hikûmeta AKP'ê ye û got, "Divê neyê ji bîrkirin, ti hêz bêdawî nîne. Divê neyê ji bîrkirin, roja hesabpirsînê wê were. Divê neyê ji bîr kirin ên li pêşberî komkujiyan bêdeng in, hevparê komkujiyan e."