KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Nisêbînê şerê dijwar
Li taxên Yolbîlen û Nergîzlî yên Nisêbînê di navbera komekê û leşkerên Tirk de şerekî dijwar rû da. -
Li Gaziyê polîsên Tirk gule reşand: 2 kes birîndar bûn
Polîsên Tirk gule li ser girseya li Gaziyê qetlîamên li Kurdistanê proteso dikirin reşandin. Di encama gulereşandinê de 2 kes birîndar bûn. -
Têkîldarî êrîşên li ser YPG’ê Fransa hişyarî da dewleta Tirk
Ji bo dewleta Tirk a bi armanca piştgiriya çeteyên El Nûsra û Ehrar El Şamê gundên Kurdan bombe dike, hişyariyek jî ji Fransayê hat. Fransa banga rawestandina êrîşan li dewleta Tirk kir. -
Sevîlgen ê li Cizîrê hat qetilkirin li Nisêbînê hat defnkirin
Ciwanê bi navê Ekrem Sevîlgen (17) ê ku li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hate qetilkirin îro li Nisêbînê ji aliyê bi sedan kesî ve hate defnkirin. -
Dostê Kurdan Lord Avebûry jiyana xwe ji dest da
Îmzakarê Însiyatîfa Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Azadî û dostê Kurdan Lord Avebûry di 87 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. -
Li Dirbêsiyê bi hezaran kes komplo lenet kirin
Li Dirbêsiyê di çalakiya protestokirina 17. salvegera komploya 15’ê Sibatê ya bi beşdariya hezaran kesî de, hevkarên komployê hatin lenetkirin. -
YDG-H’ê banga serhildanê li gelê Qoserê kir
YDGH-Qoser ji bo 15’ê Sibatê bi komployeke navneteweyî radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê banga serhildanê kir. -
Li Nisêbînê hêzên Tirk zarokek qetil kirin
Li taxa Dîcle ya Nisêbînê di êrîşên hêzên dewletê de zarokê bi navê Mugdat Ay hate qetilkirin, Azad Denger jî ji lingê xwe hate birîndarkirin. -
Tûrgût û Arsîn ên li Cizîrê hatin qetilkirin ji aliyê bi hezaran ve hatin oxirkirin
Mesût Arsîn û Abdulselam Tûrgût ên di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê de hatin qetilkirin, li Wanê ji aliyê bi hezaran kesî ve bi merasîmekê hatin defnkirin. -
3 şervanên HSD’ê di topbarana dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan
Buroya Çapemeniya HSD’ê nasnameya 3 şervanên xwe yên ku di encama topbarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. -
Li Nisêbînê tax tên gulebarandin
Li Taxa Dîcle ya Nisêbînê wesayitên ku li derdora garajê hatinê bicihkirin bê navber guleyan direşînin. -
Li Sêrtê hevserokê HDP'ê hate girtin
Li Sêrtê Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Şukru Tîmurtaş hate girtin. -
Gelê Silopyayê: Zorê bidin û deriyê Îmraliyê vekin
Heyeta HDK, KCD, DBP û HDP'ê li Silopyayê bi gel re civiya. Welatiyên ku li hemberî êrîşên tevkujiyê bertekên xwe anîn ziman ji heyetê re gotin "Ji we daxwaza me ew e ku zorê bidin deriyê Îmraliyê. " -
Li Dêrgulê komplo hate şermezarkirin
Li bajaroka Dêrgulê komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate şermezarkirin. -
‘Li dijî komplo û qetlîaman tevlî YPS’ê bibin!’
Hêzên gerîla yên li Mexmûr û Kerkûkê bal kişandin ser komploya 15’ê Sibatê û diyar kirin ku komplo ji aliyê Ocalan, tevgera Kurd û gel ve vale hatiye derxistin. -
Komplo li Rojava hat lenetkirin
Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava bi çalakiyan hatin protestokirin. -
Ji bo rojnemevanan Erdemîr û Gûlmez biryara 24 saet binçavkirinê
Ji bo Hevseroka Cemiyeta Rojnemevanên Azad Nevîn Erdem û xebatkarê Radîoya Gûn Ahmet Gûlmez biryara 24 saet binçavkirinê hat dayîn. -
‘Dewlet çiqas bi êşkenceyê tazî bike, jin bi berxwedanê xwe dipêçin’
Li Nisêbînê di meşa ku ji aliyê jinan ve hat lidarxistin de, polîtîkayên şerê li ser bedena jinan ên li Cizîrê hat protestokirin. -
Li Mêrdînê 3 cenaze radestî malbatan hate kirin
Ji cenazeyên 17 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê sewqî Mêrdînê hatin kirin, 3 cenazeyên ku nasnameyên wan zelal bûn radestî malbatan hatin kirin. -
Polîsên Tirk bi guleyên plastîk parlamenterê HDP’ê birîndar kirin
Li Êlihê girseya ku ji bo komploya 15’ê Sibatê protesto bike kom bû, rastî êrîşa polîsên Tirk hat, parlamenterê HDP’ê Mehmet Alî Aslan ê ku bi guleyên plastîk birîndar bu jî rakirin nexweşxaneyê. -
Li Cizîrê hêzên dewleta Tirk êrîşî gorên PKK’yiyan kirin
Li Cizîrê ku terora dewletê lê didome, niha jî hêzên dewleta Tirk êrîşî gorên PKK’yiyan kirin. Hat ragihandin ku hêzên dewletê kevirên gorên PKK’yiyan ên li Goristana Asrî ya Cizîrê bi balyozan şkandine. -
Bavê Dogan li gora berê ya kurê xwe hate definkirin
Bavê ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan û Delîl Dogan, Kazim Dogan li Dersimê hate defnkirin. Bav Dogan ji ber wasiyeta wî, li gora ku kurê wî Delîl 12 salan tê de raza, hate defnkirin. -
Ji bo şervanê YPG’ê Guneş li Stewrê taziye hat danîn
Ji bo şervanê YPG’ê Alî Guneş (Bahoz Roj) ê li Cizîrê di şerê bi çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabû, li Stewrê taziye hat danîn. -
Li Cizîrê hêzên dewleta Tirk şewitandin û talan kirin
Hêzên dewleta Tirk ên li Cizîrê alawên xwedî biha yên di malên gel de li wesayîtên zirxî bar dikin, malan dişewitînin an jî bombe dikin. Hêzên dewletê li kolanan bi sirûdên nîjadperestî digerin. -
Teqîna duh a li Şirnexê ji ber wesayîta bombebarkirî rû da
Li navenda bajarê Şirnexê duh bi şev wesayîteke bombebarkirî hat teqandin.