‘Dewlet çiqas bi êşkenceyê tazî bike, jin bi berxwedanê xwe dipêçin’
Li Nisêbînê di meşa ku ji aliyê jinan ve hat lidarxistin de, polîtîkayên şerê li ser bedena jinan ên li Cizîrê hat protestokirin.
ANF
ŞIRNEX
yekşem, 14 reşemiyê 2016, 15:10
Piştî li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat înfazkirin û li ser bedena tazî êşkece kirin û li ser tora civakî hatin belavkirin, li naveçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat protestokirin. Bi sedan jin li pêşiya avahiya rêxistina BDP’ê ya navçeyê kom bûn, heta Parka Bariş meşek li dar xistin. Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, Hevseroka DBP’ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû, Dayikên Aştiyê, Rêveberên jin ên HDP û DBP’ê û bi sedan jin beşdarî meşê bûn.
Meşvanan pankarta “Dewlet çiqas bi êşkenceyê tazî bike, jin bi berxwedanê xwe dipêçin” vekirin, dowîzên weke “ Bedena me ya tazî rûmeta me ye”, “Em ji bedena xwe ya tazî şerm nakin, ji jînek bê rûmet şerm dikîn” û “Em Pakîze, Fatma, Sêvê ne” hilgirtin. Di meşê de dem bi dem dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Dewleta faşîst ji Kurdistanê bi ceheme” qîr kirin. Bi piştgiriya çepik û tilîliyên welatiyan, meş li Parka Bariş bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Piştre jî endama Navenda Şewirmendiyê ya Jinê ya Gulşîlavê Meryem Îbrahîmoglu daxuyaniya çapemeniyê xwend û bal kişand li ser dijminatiya AKP'ê ya li dijî jinan. Îbrahîmoglu destnîşan kir ku di şerê ku hikûmeta AKP'ê li Kurdistanê daye destpêkirin de jinan dike hedef. Îbrahîmoglu wiha got: "Dewlet ji ber ku baş dizane îradeya jinan çi dike ji ber vê yekê jî jinan dike hedef. Wekî li bedena Ekîn Wan hate kirin, bi heman pêkanînê li Cizîrê dixwaze jinan derveyî qadên berxwedanê bihêle. Jinan qetil dikin ev yek jî têrê nake êşkence li bedena wan a tazî dike, bedena wan a tazî tê teşhîrkirin. Ev nîşan dide ku li dijî jinan polîtîkaya nifrînê tê meşandin. Lê, bila ev baş bê zanîn ku dewlet çiqas êşkence bike jî jin wê ewqasî li ber xwe bidin."
Piştî daxuyaniyê jinan rê ji bo demeke li trafîkê hat girtin û çalakiya rûniştinê pêk anîn.