Gelê Silopyayê: Zorê bidin û deriyê Îmraliyê vekin

Heyeta HDK, KCD, DBP û HDP'ê li Silopyayê bi gel re civiya. Welatiyên ku li hemberî êrîşên tevkujiyê bertekên xwe anîn ziman ji heyetê re gotin "Ji we daxwaza me ew e ku zorê bidin deriyê Îmraliyê. "

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Ertugrul Kurkçu jî di nav de heyeta KCD, HDK, DBP û HDP'ê çû serdana navçeya Silopyayê ya Şirnexê ku êrîşên tevkujiyê 39 rojan berdewam kir û 26 welatî hatin qetilkirin. Heyet di serdana xwe de çû serdana esnafan û bi gelê Silopya re jî sohbet kirin. 

Welatiyên ku hêrsa xwe ya li hemberî êrîşên tevkujiyê anîn ziman, diyar kirin ku wê ji ber êrîşan bêzar nebin. Welatiyan di hevdîtinê de ji heyetê re ev nirxandin kirin: 

“Hêrsa me li hemberî AKP'ê û dewletê ye. Beguman em ê ji dewletê hesabê van pêkanînan bipirsin. AKP xwest ku bi vê zilmê re hemû gelan ceza bike."

Gelê Silopyayê, li hemberî pirsên heyetê jî diyar kirin ku ti daxwaza wan tune ye û wiha gotin: "Ji we daxwaza me ew e ku zorê bidin deriyê Îmraliyê. Heta ku Rêberê me li Îmraliyê girtî be aştî dê pêk nayê. Zorê bidin hikûmetê ku deriyên Îmraliyê veke, wekî din ti daxwaza me ji we tune ye."