Li Cizîrê hêzên dewleta Tirk şewitandin û talan kirin

Hêzên dewleta Tirk ên li Cizîrê alawên xwedî biha yên di malên gel de li wesayîtên zirxî bar dikin, malan dişewitînin an jî bombe dikin. Hêzên dewletê li kolanan bi sirûdên nîjadperestî digerin.

Tevî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîşên li ser gel dewam in. Hêzên dewletê bi taybet malên li taxên Cûdî û Sûrê didin ber agir û hewl didin şopên qetlîaman jê bibin, her wiha gelek malan jî bi bombeyan xera dikin. Ji taxên Cûdî û Sûrê domahiya rojê dûmanên reş bilind bûn, cih bi cih dengê bombeyên ku dewlet ji bo malan hilweşîne davêjin jî hatin bihîstin. Li taxên Yafes û Nûrê jî ku piştî êrîşên dewleta Tirk hatin valakirin jî bi hinceta lêgerînê, hêzên Tirk dikevin malan, hat ragihandin ku alavên xwedî biha li wesayîtên zirxî dikin.

Ayşe Zirig a li Taxa Yafesê dijî diyar kir ku dema ji bo kontrolkirina mala xwe destûr ji leşkeran girt û çû taxê, got dîtiye ku leşker ji malan alavan kom dikin û li wesayîtên zirxî bar dikin. Zirig destnîşan kir ku derveyî malê sexlem e, lê li tevahî alavên malê her yek guleyek lê dane.

Gelê li hember wesayîtên zirxî yên bi sirûdên nîjadperestî li navenda bajar digerin bertek nîşan da rastî êrîşa hêzên dewletê ya bi bombeyên gazê hat, di kolanan zarokan bi keviran bersiv dan. Hêzên dewletê jî tenê yek dikana ku li navçeyê saet 09.00-12.00’an vekiriye bi zorê danê sibehê da girtin. Polîsên avêtin ser dikanê heqaret li gel kirin, xebatkarekî marketê yê navê wî nehat zanîn jî binçav kirin. Binçavkirin jî li navenda bajar û gundan dewam dike. Polîsên ser Şaredariya Cizîrê de girtin, Rahmî Şerîfoglû binçav kirin. Her wiha li gundê Kirişê jî leşkeran bi ser malan de girtin, Mahmût Ûçar, Reşît Ûçar û Halît Ûçar binçav kirin.