‘Li dijî komplo û qetlîaman tevlî YPS’ê bibin!’
Hêzên gerîla yên li Mexmûr û Kerkûkê bal kişandin ser komploya 15’ê Sibatê û diyar kirin ku komplo ji aliyê Ocalan, tevgera Kurd û gel ve vale hatiye derxistin.
Hêzên gerîla yên li Mexmûr û Kerkûkê bal kişandin ser komploya 15’ê Sibatê û diyar kirin ku komplo ji aliyê Ocalan, tevgera Kurd û gel ve vale hatiye derxistin.
Hêzên gerîlayên Mexmûr û Kerkûkê, komploya 15’ê Sibatê ya di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tê meşandin nirxandin.
HEREKOL: HÊZÊN DERVE RÊBERTIYA ME WEKE METIRSIYEKÊ DIDÎT
Fermandarê gerîlayan Çiyager Herekol wiha got: “Rêber Apo ji bo gelê Kurd û ji bo Tevgera Azadiya Kurd ev 40 sal in têkoşîneke mezin dimeşîne û têkoşîna wî heta îro jî mezin dibe û didome.
Herekol, têkildarî komploya navneteweyî jî wiha anî ziman:
“Hêzên derve Rêbertiya me û tevgera me ji bo xwe weke metirsiyekê didît. Ji ber vê ketin nava komployeke qirêj. Li hember vê Rêber Apo û tevgera me gelek rêbazên komploya qirêj vale derxistin. Tevgera azadiyê dîsa bû hêviya gelên bindest û me bi bilindkirina berxwedanê re anî van rojan.
Bi taybet Rêbertiya me ji bajarê pêxemberan bajarê Rihayê derket, ji bo gelê bindest pîroziyekî xwe ya mezin heye. Komploya navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve ji bo têkoşîna azadiya Rêbertiya me îmha bikin pêk anîn. Hêzên navneteweyî di kesayeta Rêbertiya me de têkoşîna gelê Kurd biçewisîne, nirxên pîroz ên Kurdistan û Kurdan bi tevahî îmha bikin kiribûn hedef, lê negihiştin armancên xwe.”
‘GELÊ KURD AZADIYA XWE AVA DIKE’
Herekol valederxistina komployê dubare kir û bal kişand ser berxwedanê û wiha got:
“Îro encamên di Şoreşa Rojava û çar parçeyên Kurdistanê de em dibînin. Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd têkoşîna xwe ji bo Rojhilata Navîn û tevahî gelê din bûye çavkaniya hêviyê. Li tevahî herêmên Kurdistanê berxwedan heye; li Sûr, Cizîr û Nisêbîn û deverên din berxwedan pêş dikeve, mînakên vê ne. Gelê Kurd êdî ji bo avakirina azadiya xwe di nava berxwedanê de ye. Divê her kes vê baş bizanibe, wek berê nikarin stûyê gelê me xwar bikin. Polîtîkayên şer ên dewleta Tirk ên îro li hember gelê me pêç qirûşan nake, ji ber ku gelê me ti carî li hember konseptên şerên qirêj stû xwar nekiriye û xwar jî nake.”
SERHAT: NEGIHIŞTIN ARMANCÊN XWE
Gerîlaya YJA-STAR Bêrîtan Serhat jî wiha axivî: “Di serî de komploya navneteweyî ya li hember Rêbertiya me şermezar û lenet dikim. Hêzên hevkariya komployê jî kirin lenet dikim. Armanca komployê ew bû ku gelê Kurd bê Rêbertî bihêlin û Tevgera Azadiya Kurd îmha bikin. Lê, ya ku xwestin bi cih nehatin. Îro weke gel, weke tevger cîhanê tevahî dîtiye, ji bo azadiya xwe di nava berxwedanekî mezin de ne.”
Serhat wiha got: “ Gerîlayên PKK’ê wek roja yekem li ser nirxandinê Rêbertiyê rêya xwe berdewam dikin. Gel jî îro bi girêdana xwe ya li gel Rêbertiya xwe, perspektîf û felesefeya wî li ber xwe didin. Têkoşîna ku li hember komployê di 18. Salvegera komployê de li ser bingeha azadiya Rêbertiyê û gelê Kurd bilind bikin.”
HEREKOL: YÊN KU BI SER KETIN BÛN KURD
Gerîlayê HPG’ê Herekol Kiçe, komploya navneteweyî lenet kir û wiha axivî: “Di serî de Emerîka û hinek welatên Ewropa di komployê de cih girtin”
Kiçe, ev nirxandin kir: “Di dîroka Kurdistanê de pêkanînên qirêj ên bi vî awayî gelek çêbûne, wisa kirin ku Rêbertiya me dîl bigirin, wê weke tevgerên din ên Kurdistanê tevgera azadiyê tesfiye bibe... lê, van komplogeran dît ku negihiştin armancên xwe. Di salvegera komploya 18. de Rêbertiya me wê bi ser bikeve, tevgera azadiyê û wê gelê Kurd bi ser bikeve.”
BANGA JI BO CIWANAN
Herekol wiha bang li ciwanan kir: “Divê hemû ciwanên Kurdistanê beşdarî refên YPS û YPS-Jin bibin.” Û wiha dewam kir:
“Îro ronahiya Rêber Apo ji bo hemû gelên Şoreşa Rojava bûye hêviya azadiyê. Dîsa ji bo berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê bûye hêviya ronahiyê. Hêzên dewleta Tirk di demên dawî de li hember gelê Kurd ên li Cizîr,Sûr û Nisêbînê dest bi êrîşên hovane û qetlîaman kirine. Lê, çiqas asta êrîşan dijwar jî hebin, wê gelê me li hember van êrîşan li ber xwe bide, heta dawiyê jî wê xwe biparêze û wê azadiya xwe ava bike. Li ser vî bingehî divê ciwanên Kurd başdarî refên YPS û YPS-Jin bibin. Dîsa bexwedana gelê me tenê li Cizîr, Sûr û Nisêbînê sînordar nemîne. Divê têkoşînê li hember faşîzma Erdogan û AKP’ê li her deverê bilind bikin. Bang li tevahî ciwanan dikim ku beşdarî nava refên YPS û YPS-Jin bibin.”