Li Sêrtê hevserokê HDP'ê hate girtin
Li Sêrtê Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Şukru Tîmurtaş hate girtin.
Li Sêrtê Hevserokê Navçeyê yê HDP'ê Şukru Tîmurtaş hate girtin.
Li Sêrtê Hevserokê Navçeyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Şukru Tîmurtaş ê ku duh hate binçavkirin, piştî karên îfadeyê yên li emniyetê derxistin dozgeriyê. Tîmurtaş bi îdîaya "Tevî ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Tîmurtaş li dadgehê bi heman îdîayê hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.