Ji bo rojnemevanan Erdemîr û Gûlmez biryara 24 saet binçavkirinê

Ji bo Hevseroka Cemiyeta Rojnemevanên Azad Nevîn Erdem û xebatkarê Radîoya Gûn Ahmet Gûlmez biryara 24 saet binçavkirinê hat dayîn.

Li Amedê dema ku Hevseroka Cemiyeta Rojnêmevanên Azad Nevîn Erdem û xebatkarê Radîoya Gûn Ahmet Gûlmez xwestin biçin Mêrdînê di kontrola rê de hatin binçavkirin. Her du rojnemevan li Midûriyeta Emniyetê, li şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Mêrdînê tên girtin.

Bi sedema notên nûçeyan li ser Erdemîr û Gûlmez hatine dîtin, biryara 24 saetan binçavkirinê hatê derxistin.
Hat zanîn ku piştî kontrola tendurîstiya Erdemîr û Gûlmez wê bibin îfadeyê.