Polîsên Tirk bi guleyên plastîk parlamenterê HDP’ê birîndar kirin
Li Êlihê girseya ku ji bo komploya 15’ê Sibatê protesto bike kom bû, rastî êrîşa polîsên Tirk hat, parlamenterê HDP’ê Mehmet Alî Aslan ê ku bi guleyên plastîk birîndar bu jî rakirin nexweşxaneyê.
ANF
ÊLİH
yekşem, 14 reşemiyê 2016, 15:04
Li Êlihê Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Mehmet Alî Aslan û bi sedan kes li peşiya avahîya HDP’ê ya navçeyê kom bûn û ji bo balê bikişînin ser komploya 15’ê Sibatê xwestin dest bi meşê bikin.
Polîsên Tirk bi wesayîtên zirxî guleyên plastîk, bombeyên gazê û ava şid ve êrîşê girseyê kirin.
Parlamenterê HDP’ê Mehmet Alî Aslan ê ku bi guleyên plastîk birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.
Her wiha gelek kes jî ji bombeyên gazê bandor bûn û girseya ku dest bi berxwedanê kir rastî êrîşa guleyê rastî ya polîsên Tirk hat.
Hat ragihandin ku gelek kes hatine binçavkirin û li bajêr alozî berdewam dike.