Li Mêrdînê 3 cenaze radestî malbatan hate kirin
Ji cenazeyên 17 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê sewqî Mêrdînê hatin kirin, 3 cenazeyên ku nasnameyên wan zelal bûn radestî malbatan hatin kirin.
Ji cenazeyên 17 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê sewqî Mêrdînê hatin kirin, 3 cenazeyên ku nasnameyên wan zelal bûn radestî malbatan hatin kirin.
Ji cenazeyên 17 kesên ku li taxên Sur û Cudî yên Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê sewqî Mêrdînê hatin kirin, ji şopên tiliyan zelal bibû ku 3 cenaze yên Serdar Ozbek (32), Ekrem Sevîlgen (17) û Mehmet Benzer (19) in.
Cenaze piştî karên otopsiyê ji morga Nexweşxaneya Artukluyê ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin. Ji bo defnkirinê, cenazeyê Ekrem Sevîlgen ji Nisêbînê re, cenazeyê Mehmet Benzer ji Cizîrê re, cenazeyê Serdar Ozbek jî ji Êlihê re hate şandin.