YDG-H’ê banga serhildanê li gelê Qoserê kir

YDGH-Qoser ji bo 15’ê Sibatê bi komployeke navneteweyî radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê banga serhildanê kir.

Di daxuyaniya YDGH-Qoserê de wiha hat gotin: “Em bi germahiya roja xwe ya ji Amara hatiye ava û li Rojhilata Navîn bilind dibe gelê xwe yê welatparêz ê Qoserê silav dikin. Ji bo valaderxistina komployê bi şîara, ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ve em banga serhildanê li gelê Qoserê dikin. Li dijî dîlgirtina Rêbertiyê ya 18 salan û qirkirina etnîk û çandî ya li Kurdistanê, mezinkirina berxwedanê deynê stûyê tevahî gelê me ye. Em ê tola bi dehan mirovên me yên bê çek, mazlûm ên li Cizîrê hatin qetilkirin hildin, her wiha roja reş a 15’ê Sibatê jî li TC û çeteyên wê bikin qada mirinê. Ne çeteyên TC’yê, heta sihên wan jî li ser axa me nemîne divê em şer bikin. Tola jinên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û bi tazîtî bedenên wan hatin teşhîrkirin em ê hilînin. Di serî de jin û ciwan, em bang li tevahî gelê xwe yê Qoserê dikin ku roja 15’ê Sibatê jiyanê rawestînin û her tax û kolanê bikin qada berxwedanê. Roj roja tolhildanê ye.”