Komplo li Rojava hat lenetkirin
Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava bi çalakiyan hatin protestokirin.
Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava bi çalakiyan hatin protestokirin.
Rêxistina Efrîn a Yekîtiya Ciwanên Rojava bi dirûşama “Ciwanên Azad wê komploya navneteweyî vale derxin” li Qada Azadiyê meşek li dar xistin.
Di meşa ku bi hezaran ciwan beşdar bûn de, komploya navneteweyî hat şermezarkirin. Meşa ku li Recoyê hatibû destpêkirin wê sibehê bi dawî bibe.
Wexfa Jinên Azad ên Rojava komplo lenet kirin. Di daxuyaniya Wexfa Jinên Azad ên Rojava de bal kişandin ser di 17. salvegera komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li Îmraliyê tecrîd hê jî didome û komplo protesto kirin.
Li Kobanê jî di pêşengtiya rêxistinên Yekîtiya Star de civîn hat lidarxistin û komploya navneteweyî hat şermezarkirin û lenetkirin.
Li Serêkaniyê jî di pêşengtiya PYD’ê de civînek hat lidarxistin. Komîteya Perwede û Civaka Demokratîk li navenda bajar bi meşekê komploya navneteweyî lenet kir.