Bavê Dogan li gora berê ya kurê xwe hate definkirin
Bavê ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan û Delîl Dogan, Kazim Dogan li Dersimê hate defnkirin. Bav Dogan ji ber wasiyeta wî, li gora ku kurê wî Delîl 12 salan tê de raza, hate defnkirin.
Bavê ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan û Delîl Dogan, Kazim Dogan li Dersimê hate defnkirin. Bav Dogan ji ber wasiyeta wî, li gora ku kurê wî Delîl 12 salan tê de raza, hate defnkirin.
Bavê ji pêşengên PKK'ê "Kawayê Hemdem" Mazlum Dogan, Kazim Dogan li Dêrsimê hate defnkirin. Dogan ê ku duh li Nexweşxaneya Dewletê ya Sekayê ya Kocaeliyê jiyana xwe ji dest dabû, îro li Pira Seyîtli ya navçeya Mazgêrt a Dersimê bi karwaneke wesayîtan hate pêşwazîkirin. Cenaze, ji vir anîn gundê Gomanê û li ser wasîyeta wî, li gora ku ji pêşengên PKK'ê Delîl Dogan 12 salan tê de mabû û piştre jê hatibû derxistin, hate defnkirin.
Axa ku ji gorên Mazlum Dogan û Delîl Dogan hate girtin, li ser gora bav Dogan hate reşandin. Piştî merasîma cenazeyê kurê Dogan Fevzî Dogan axivî û got bavê wî yê di 91 salî, beriya jiyana xwe ji dest bide ji ber komkujiyên li Kurdistanê pir xemgîn bûye.
Piştre Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek axivî û bal kişand ser nasnameya pêşeng a Mazlum Dogan. Yuksek got "Wekî rêhevalên Mazlum Dogan, em Apê Kazim jî wek bavê xwe dibinin."
Herî dawî, xwîşka Mazlum Dogan Arîfe Yildirim jî rêhevaltiya pêşengên PKK'ê yên wekî Mazlum Dogan, Hayrî Durmuş û Kemal Pîr bi bîr xist û peyama yekîtiyê da.
Piştî axaftinan girse, bi dirûşmên "Şehîd namirin", gorên Mazlum Dogan û Delîl Dogan ziyaret kirin. Piştre girse derbasî mala şînê ya li qada gund bû.