KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li bejahiya Mûşê operasyon
Li Taxên Bilêr û Derbî û herêma Şenyayla ya Mûşê bi sedan leşkerên Tirk û bi wesayîtên zirxî dest bi operasyoneke leşkerî kirin. -
Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay ji malbata Kurtay re sersaxî xwest
Akademiya Ş. Ferhat Kurtay a li Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Emîne Aydemîr a ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da ji malbata Kurtay re sersaxî xwest. -
Li Wanê ji bo 4 kesan 360 sal hat dayîn
Li Wanê ji bo 4 kesên ku di sala 2012’an de hatibûn binçavkirin bi giştî 360 sal ceza hat dayîn. -
Faşîzma Fûtbolê: Cezayê ‘Bila Zarok Nemirin’
Ji ber pankarta, “Bila zarok nemirin, bên maçê” cezayê pereyan li Amedsporê hat birîn. -
Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê agir dibe Hezexê
Dewleta AKP’ê beriya êrîşî Hezexê bike bi hezaran leşker û polîs û wesayîtên zirxî li vir kom kir, vê carê jî bi tankerên Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê sotemeniyê dikşînin navçeyê. -
102 parlementerên PE: Divê ‘PKK ji listeya terore’ bê der xistin
Li paytexta Bruksel a Belçîkayê 102 parlementerên Parlementoya Ewropa ji bo PKK ji lîsteya terorê ya YE bê derxistin kampanyayek a îmzayan dan destpêkirin. -
Ustek ê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Ustek ê li Taxa Dîcle ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ji lingê xwe hat birîndarkirin û piştî rakirin nexweşxaneyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna sedan kesan ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Lêgerîna li Şaredariya Cizîrê bi dawî bû
Polîsên ku li Şaredariya Cizîrê bi saetan e lêgerînê dikin piştî ku kompîter û hin belge desteser kirin ji şaderadiyê veqetiyan. -
Li Silopiyayê 4 cenazeyên din hatin teşhîskirin
Ji 48 cenazeyên ku li jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hatin qetilkirin û ji bo karên otopsiyê anîn Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînorê Xabûrê demkî hatiye avakirin, 4 jê ji aliyê malbatan hatin teşhîskirin. -
Şaredariya Napolî xelat da Ocalan
Şaredariya Napolî ya Îtalya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera komploya 15’ê Sibatê de merasîmek xelatdayinê li dar xist. -
Li ser Qendîlê ve pêgerên keşfê difirin
Li herêma Qendîl a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêgerên keşfê ji saet 08:00’an ve bê navber herêmê keşif dike. -
Li Hezexê êrîşên hêzên dewletê destpê kir
Li navçeya Hezexê ku bi şev wê qedexe destpê bike, hêzên dewleta Tirk li dijî taxên Yenîmahalle û Turgut Ozal êrîş dan destpêkirin. -
Li Elmanya ciwanan 15’ê Sibatê û qetlîam protesto kirin
Ciwanên li bajarên Heîlbronn û Stûttgart ê Elmanya dijîn, komploya 15’ê Sibatê û êrîşên qirkirinê protesto kirin. -
Li Hezexê 12 cerdevanan îstîfa kirin
Li Hezexê ji bo nebin hevparê komkujiyên hêzên dewletê, 12 cerdevanan îstîfa kirin. -
OHD û MHD’ê ji CPT re serlêdana ‘Ocalan’ kirin
OHD û MHD’ê bi daxwaza lêkolîna şertên Ocalan ên di Îmraliyê de serî li CPT dan. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê jiyana xwe ji dest da eşkere kir. -
Li Qoserê çalakiya bersivdayînê: 5 polîsên tevgera taybet hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Qoserê, li hemberî maşîneke zirxî ya tîmên tevgerat taybet çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 5 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. -
Xizmên Eyup Ustek: Li nexweşxaneyê înfaz
Xizmên Eyup Ustek ê duh li taxa Dîcleyê ji aliyê polîsan hat gulebarandin, wiha gotin: “Beriya jiyana xwe ji dest bide bi nîv saetan em axivîn rewşa wî baş bû. Li nexweşxaneyê hat înfazkirin. Ev şêwazekî nû ya înfazkirina ciwanên Kurd in.” -
Cenazeyê Pîşkîn ê YPS'yî hat veşartin
Cenazeyê Alî Pîşkîn ê YPS'yî yê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê de ji bo teslîm nebe dawî li jiyana xwe anî, li Basanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Ketina malpera înternetê ya Ozgur Gun TV hat astengkirin
Ketina malpera înternetê ya Ozgur Gun TV ji aliyê TÎB’ê ve hat astengkirin. -
Kirarên DNA'yê hêdî hêdî dimeşin
Ji 145 cenazeyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û cenazeyên wan şandin nexweşxaneyên bajarên li derdorê, heta niha 13 cenaze ji aliyê malbatên wan ve hatine teşhîskirin. -
Dema ragirtina li binê çavan a Erdemîr û Gulmez careke din aht dirêjkirin
Hevseroka Cemiyeta Rojnamevanên Azad Nevîn Erdemîr û xebatkarê Ozgur Gun Radyo Ahmet Gulmez ên berî du rojan li Mêrdînê hatin binçavkirin, dema ragirtina wan li binê çavan care duyemîn ji bo 24 saetan hat dirêjkirin. -
Komploya 15'ê Sibatê li Kelar û Xurmatû hat şermezarkirin
Li navçeya Kelar a Germiyanê û li navçeya Xurmatû ya Selahaddînê, komploya 15'ê Sibatê hat şermezarkirin. -
Li Şirnexê hêzên dewletê guleyan li taxan direşînin
Li Şirnexê, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî guleyan li taxan direşînin. -
Hezex a îro qedexe lê hat ragihandin bi mehan e dorpêçkirî ye
Hezex a ji aliyê Walîtiya Tirk a li Şirnexê derketina derve lê hat qedexekirin, ji xwe bi mehan e ji aliyê hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin. Hêzên dewletê ev demeke dirêj e li navçeyê karê terorê dikin.