Li Şirnexê hêzên dewletê guleyan li taxan direşînin

Li Şirnexê, hêzên dewleta Tirk ji maşînên zirxî guleyan li taxan direşînin.

Hêzên dewleta Tirk ên dor li taxên Bahçelîevler, Yenîmahalle û Dîcleyê girtine, bi çekên giran guleyan li taxan direşînin.

Li aliyê Tekser ê Yenîmahalleyê, hêzên YPS'ê bersiv dan êrîşên hêzên dewletê. Li Bahçelîevlerê jî sekvanên li saziyên dewletê bi cih bûne, guleyan ber didin malan.

Li hemberî taxa Dîcleyê jî ku duh bi şev xebatkarê şaredariyê yê bi navê Eyup Ustek (23) ê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, êrîş dewam dikin.

Ji qereqola jendermeyan a Çakirsogutê bi çekên giran gule li taxê tên reşandin.