Eyup Ustek ê duh li taxa Dîcle ya Şirnexê saet 21.00’an dema diçû taziyeya xizmê xwe yê li taxê di êrîşa hêzên dewletê ji aliyê sekvanan ji lingê xwe hat birîndarkirin û demek dirêj ji erdê nehat rakirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Xizmên Eyup ê xebatkarê Şaredariya Şirnexê bû, têkîldarî kuştinê agahî dan, diyar kirin ku ji lingê xwe birîndar bibû û di dema bûyerê de mudaxele hat kirin û herikîna xwînê hatibû sekinandin, gotin li nexweşxaneyê hatiye înfazkirin.
Y.U ê ku dema gule lê ketibû li gel bû û mudaxeleya yekem kir, wiha got: “Apê min çibû ser dilovaniya xwe, dereng bû. Me telefon ji Eyup re vekir, wê demê sekvanan gule reşandin. Me mudaxele kir, herikîna xwînê sekinand. Bi me re daxivî, rewşa wî baş bû. Me jî şand nexweşxaneyê, me got tişt pê nayê. Dema me şand rewşa wî pir baş bû. Xebatkarê şaredariyê jixwe sivîl bû.”
Y.U diyar kir ku bi xwe kedkarê tenduristiyê ye, wiha dewam kir: “Ez jî kedkarê tenduristiyê me. Di lingê wî de ti tişt tinebû, şkestin û hin parçebûn hebû. Lê, ne rewşek cîdî bû, bi platînê wê sererast biba. Xwîn herikî, lê bi naqilkirina xwînê çêdibû. Rehên biçûk qetiyabû, lê ne rewşek cîdî bû. Di rehên mezin de ti tişt tinebû. Eger lingê wî jî jê bibûya dîsa rewşek jiyana xwe ji dest bide tinebû.”
Y.U îfade kir ku beriya nîv saetê pê re axivîne û rewşa wî baş bû, wiha axivî: “Ev înfaz e ne ti tiştekî din e. Piştî ji emeliyatê derket em çûn gel. Pê re axivîne gotiye ez baş im, ti tiştekî wî tinebû. Bi ken bersiv daye. Piştî nîv saet, saetek ket navberê agahiya mirinê hat. Ev înfazek e, ne ti tiştekî din e.”
Her wiha xizmên wî yên din jî yên dema Eyup gule xwar şahidî ji bûyerê re kirin, axaftinên Y.U piştrast kirin, wiha gotin: “Beriya nîv saetê bi me re axivîbû. Rewşa wî baş bû. Ti birînek wî ya bibe sedema jiyana wî tinebû. Jixwe herikîna xwînê me li taxê sekinandibû. Ev şêwazekî nû ya înfazkirina ciwanên Kurd e.”
Ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê agahiyên bi tendurist nayên girtin. Bi terora dewletê re ev 4 meh in nexweşxane di dorpêça polîsan de ye.
Li Nexweşxaneyê şertên xebata kedkarên tenduristiyê jî tineye, têkîldarî rewşa birîndar û yên jiyana xwe ji dest didin agahiyên rast nayên girtin. Beriya niha jî welatiyên li pêş nexweşxaneyê li benda agahîgirtina ji xizmên xwe bûn rastî gulebaran polîsan hatibûn.