YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

YPG’ê nasnameya şervanekî xwe yê jiyana xwe ji dest da eşkere kir.

Navenda çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir. 

Daxuyanî wiha diyar kir:

"Dîroka me bi berxwedan û lehengiyê hatiye nivîsandin û her roj destanên dîrokî tên nivîsandin. Vaye îro Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin navê xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandin.

Îro şervanekî me cihê xwe di nav refên HSD’ê de di girt bi qehremanî û lehengiyeke mezin gihîşte asta şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin soza şopdariya rêya şehîdan didin û sersaxiyê ji gelê xwe û malbatên şehîdan re dixwazin.

Nasnameya şervanê jiyana xwe ji dest daye:

Nasnav: Amed Efrîn
Nav û paşnav: Xelîl Hemdî
Navê dayikê: Zeyême
Navê bav: Şêxo
Cihê jidayikbûnê: Mobato/El-Huseyin
Cih û dîroka şehadetê: Meryemîn/16’ê Sibatê 2016"

...