Ketina malpera înternetê ya Ozgur Gun TV hat astengkirin
Ketina malpera înternetê ya Ozgur Gun TV ji aliyê TÎB’ê ve hat astengkirin.
Ketina malpera înternetê ya Ozgur Gun TV ji aliyê TÎB’ê ve hat astengkirin.
Ozgur Gun TV a ku girêdayî weşana saziya Dijîsat a Saziya Bilind a Televîzyon û Radyoyan (RTUK) ji ber sedemê hevpeymana di navbera wan de hat nûkirin, weşana li ser satalayta ji şeva 14’ê Sibatê ve weşan hatibû rawestandin, vê carê jî weşana wan a li ser malpera înternetê jî hat rawestandin. Bi biryara ku ji aliyê Wezareta Peywendiyên Telekomunîkasyonê ve hat girtin, malpera înternetê ya ku TV li ser weşan dikir hat astengkirin.
Di biryara TÎB’ê de wiha hat diyarkirin:
“Li gorî lêpirsîna saziya jimara 5651’ê di encama lepirsîna teknîkî û nirxandinên hiqûqî de ev malpera înternetê (Ozgur Gun TV) derbarê Wezareta Peywendiyên Telekomunîkasyonê ve di dîroka 15/02/2016’an de û bi biryara jimara 490.05.01.2016.-25786 ji aliyê Wezareta Peywendiyên Telekomunîkasyonê ve tedbîrên îdarî hatine pêkanîn.”