Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay ji malbata Kurtay re sersaxî xwest
Akademiya Ş. Ferhat Kurtay a li Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Emîne Aydemîr a ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da ji malbata Kurtay re sersaxî xwest.
Akademiya Ş. Ferhat Kurtay a li Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Emîne Aydemîr a ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da ji malbata Kurtay re sersaxî xwest.
Akademiya Ş. Ferhat Kurtay a li Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Emîne Aydemîr a ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da ji malbata Kurtay re sersaxî xwest.
Peyama sersaxiyê wiha ye:
“Di pêvajoyek wisa ya agirê şoreşê gurbûyî û berdêlên giranbiha yên têkoşîna azadiyê tên dayîn de, ji bo mirov par û mîsyona şehîdan nebîne, divê mirov an kor an jî ji ser hişê xwe çûyî be. Lewra berê jî hêza têkoşînê û destkeftên manewî yên gelan bi xwîna şehîdan hatiye pîvan û hê jî bi heman xwîna pak ya lehengan asta pêkhatina hêvî û xeyalên gel tê zanîn.
Bi her awayî serkeftina şoreşê ya piştî 40 salan, ti kes nikare ji şehîdê yekem yê têkoşînê jî serbixwe yan qut bigre dest. Jixwe ger şahadetên yekem ên dema herî teng çênebûna, wê serkeftinên îro jî pêl bi pêl bi dest neketan.
Çawa ku her şehîd felsefeyek e, an ku rê û nirxek e; bi xwe gorîkirinê dema fedabûna şehîd çêdibe û ji milekê ve dibe windahiyek, ji milê din ve jî gel û neteweyek, bi xwîn û fedakariya şehîd gav bi gav digihe azadî û xeyalên asûdeyiya xwe. Ji ber wê di heman kêliyê de hem xemgînî, hem serbilindî bi hev re tê jiyîn.
Tevayê pêvajoyên derbasbûyîn bi xwîna şehîdan hatîne avdan û herikîne roja îro. Wê demê şaş nîne ku mirov bêje; ji qonaxa 40 salî kêliyek bi tenê jî bêyî şehîd derbas nebûye. Ji şehîdên ewil yên têkoşînê ta digihe lehengên li zindanan di kesayeta Mazlûm, Ferhat, Xeyrî û yên li her qadek din çêbûyîn û heta îro domayîn de, ev rastiya binirx a şehîd her heye; ji bo gihiştina serkeftina dawî wê her bidome jî...
Bêguman weke malbatên hemû şehîdan, we malbata Şehîd Ferhat Kurtay jî ji destpêkê ve ye berdêlên giranbiha dane û dilê we jî tim xwîna reş vereşaye. Mîna ku sinûrên sebra me bipîve herî dawî jî weku kombûna hemû êş, azar û elemên têkoşînê û bi barhilgiriya vê doza pîroz; mixabin her ji ber heman sedemên qehr û kulên ku bi salan hêlîna xwe di laşê xwîşka Ş. Ferhat Kurtay de çêkirî, bi giranî nexweş ketina xwîşka wî û di encam de koça dawî ya wê, me bihîst. Bi tevayê keser û hêstên ji ku rahiya naxê xwe em dikarin bêjin; ji ber vê agahiya diltezîn ya koça dawiya xwîşka Ş. Ferhat Kurtay, sinûrên xemgîniya her yek ji endamên Akademiya me ya bi navê; “Şehîd Ferhat Kurtay” nikare were pîvan û were destnîşankirin. Herwusa di vê xalê de êşa we jiyayî, mîna dubare jiyanbûna şahadeta Ş. Ferhat Kurtay em rahejandine û xemxwer kirine. Ji ber wê em yek bi yek endamên Akademiya Ş. Ferhat Kurtay li ser xwe erk û deynek pîroz dizanin ku pir ji dil û bi hêstên herî parveker-xwerû, sersaxiyê pêşkêşî we bikin.
Bi gotinek din; em êşa we dizanin, li gel hêviyên xwe yên bi rehm û kerameta xwe şakirina xwedê, em pir bi dil û ceste wiha dibêjin; “bila serê Rêber Apo, têkoşîna azadiyê, serê gelê Kurd yê bi şeref û têkoşer, bi taybet serê tevayê malbata Kurtay û dostên wan, herî dawî jî serê me hemû welatparêz û şoreşgeran sax be. Li gel hêvî û baweriya serkeftinên bêdawî û azadiyek birûmet em silav û rêzên xwe yên hevrêtiyê pêşkêşî malbata Kurtay dikin û dibêjin; li beramber şahadet û koça dawî ya endamên malbatên şehîdan serê xwe ditewînin, ta nefesa xwe ya dawî em ê şehîdên şoreşê li bîr bînin û doza wan bişopînin...”