Li Wanê ji bo 4 kesan 360 sal hat dayîn
Li Wanê ji bo 4 kesên ku di sala 2012’an de hatibûn binçavkirin bi giştî 360 sal ceza hat dayîn.
Li Wanê ji bo 4 kesên ku di sala 2012’an de hatibûn binçavkirin bi giştî 360 sal ceza hat dayîn.
Li Wanê 27’ê Tîrmeha 2012’an di serdegirtina tîmên taybet a li mala li Taxa Valî Mîthat Beyê, di dema ku Hayatî Olmez ê gerîlayê HPG’ê (Mûnzûr Çelê) ê ku di şerekî de jiyana xwe ji dest da de Adîl Tala, Harûn Pala, Emrah Abî û Mehmet Cîn ên ku hatin girtin, doza biryara rûniştinê hat dîtin.
Rûniştina 2. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê, girtî û parêzer jî beşdar bûn.
Di rûniştinê de Adil Pala, Harûn Pala û Emrah Abî, bi sûcê “Valederxistina yekîtiya dewletê û yekgirtina welat” û “Endamên rêxistinê ne” cezayê heta hetayî û 30 sal ceza hat dayîn. Mehmet Cîn jî bi hema sûcî 6 caran bi cezayê heta hatayî hat dayîn.
DEMÎR: LI ŞÛNA CEZAYÊ DARVEKIRINÊ!
Piştî rûniştinê cezayê ji bo 4 kesan bi giştî 360 sal hat dayîn, li pêşiya Edliyeyê li ser navê Komelaya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) Cemîl Demîr daxuyaniyek da. Damîr diyar kir ku cezayê girankirî yê heta hetayî ji derveyî rûmeta mirovahiyê ye û wiha anî ziman: “Li Wanê şer û pevçûnên di berê de pêk hatin dikin hincet û di derbarê kesên ku ti têkiliya wan bi bûyeran re nîne cezayê ji derveyî mirovahiyê tê dayîn. Piştî rakirina cezayê darvekirinê, rê li ber cezayê ji darvekirinê hê girantir vekiriye; sucên ji derveyî xwezayê, felsefeyê û jiyana mirovahiyê cezayê girankirî yê heta hetayêî li şûna darvekirinê hatiye dayîn.”
Demîr da xuyakirin ku ti têkiliya ceza bi hiqûqê re nîne û li ser psîkolojiya mirovan jî bandorên pir giran dike. Demîr wiha got: “Ne ji nêzîk û ne ji dûr ve ti têkiliya mûwekîlên min bi van bûyeran re nîne, bi dayîna van cezayan jî xuya dike ku em carek din jî bi pêkanînên hiqûqek tehşîrwarî re rû bi rû ne.”
Endamê MHD’ê Cemal Demîr ji bo pajkirina cezayê ku dadgahê dayî wê serlêdanê bikin.