Kirarên DNA'yê hêdî hêdî dimeşin

Ji 145 cenazeyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û cenazeyên wan şandin nexweşxaneyên bajarên li derdorê, heta niha 13 cenaze ji aliyê malbatên wan ve hatine teşhîskirin.

Ji 145 cenazeyên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û cenazeyên wan şandin nexweşxaneyên bajarên li derdorê, heta niha 13 cenaze ji aliyê malbatên wan ve hatine teşhîskirin. Ji cenazeyan gelek jê nayên naskirin, lewma testa DNA'yê tê kirin, lê kirarên DNA'yê jî hêdî hêdî dimeşe. Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan ê ji bo teşhîskirina cenazeyan li Maseya Krîzê peywirdar e, ji bo lezandina encamên testê kirin, bang kir.

 

Cenazeyê 145 hemwelatiyên ku li Cizîrê bi awayekî hovane ji aliyê hêzên dewletê ve hatibûn qetilkirin, hîn jî li Mêrdîn, Şirnex, Riha û Dîlokê tên girtin. Heta niha tenê cenazeyê 13 kesan hatiye teşhîskirin û piraniya cenazeyan hatine şewitandin û bedena wan hatiye herişandin. Ji bo hêsanbûna teşhîskirinê û ji bo malbat bes ji hêlekê ve nimûneya xwînê bidin, hîn jî serîlêdanên li maseya krîzê didomin. Hevserokê DBP'ê yê Mêrdînê Omer Ocalan da zanîn ku, heta niha 84 malbatî serî lê daye, lê tenê ji 75 malbatan xwîn hatiye girtin û ji 17 cenazeyên ku li Mêrdînê ne tenê nasnameya 5 kesan hatiye eşkerekirin. Ocalan diyar kir ku hikûmet ji bo ser komkujiyan binuxumîne û bertekên li hemberî xwe kêm bike cenaze şandine bajarên cuda û wiha got, "Me jî bo malbat neçin bajarên din, li vir Maseya Krîzê çêkir. Em agahiyên malbatan digirin û di dayîna nimûneya xwînê de bo wan dibin alîkar. Lê mixabin ji ber wehşetê cenaze nayên naskirin. Bi rastî jî wehşet û qetlîamaeke gelek emzin pêk anîn. Li vir em jî li gor derfetên xwe alîkariya malbatan dikin."

 

'DIVÊ JI BO ENCAMÊN DNA'YÊ BILEZÎNÎN'

 

Ocalan diyar kir ku, ji ber wehşetê nasnameya kêm kesan diyar bûye û bo berpirsiyaran wiha got, " Wehşeta ku we kir bi wêne û dîmenan li holê ye. Qene vê carê destê xwe deynin ser wijdanê xwe û encamên DNA'yê bilezînin, da malbat zêde neêşin. Di vî warî de bi rastî jî hêviya malbata pir nemaye. Lewra nêrîna dewletê ya ji bo vî gelî baş dizanin."

 

'CENAZE NEYÊN TEŞHÎSKIRIN EM Ê NUMRE BIKIN Û DEFIN BIKIN'

 

Ocalan diyar kir ku, li gor zagonê di nav 15 rojan de heke cenaze teslîmî malbatan neyê kirin, ji aliyê amîrê mulkî ve dê bê definkirin û derbarê cenazeyên li Mêrdîn û bajarên din ên nehatine teşhîkirin de jî wiha got, "Ji ber ku wehşeteke mezin e, cenaze bi çavan nayên teşhîskirin. Lê em li gel her tiştî jî zorê didin zagona 15 rojî . Belkî berpirsiyar destên xwe deynin ser wijdanê xwe û kirarên DNA'yê bilezînin û malbat jî cenzeyên xwe hilgirin û bibin bajarên xwe. Lê heke tiştekî wisa nebe, em ê cenazeyan nimare bikin û bi tevkariya şaredariyê re karê defnê bi hev re bikin.