OHD û MHD’ê ji CPT re serlêdana ‘Ocalan’ kirin

OHD û MHD’ê bi daxwaza lêkolîna şertên Ocalan ên di Îmraliyê de serî li CPT dan.

Parêzerên endamên Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komaleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) ji ber hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re tê astengkirin, bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê serî li Serokatiya Komîteya Astengkirina Êşkenceyan a Konseya Ewropa (CPT) dan.

Di serlêdanê de bal hat kişandin ku Ocalan ji 27’ê Tirmeha 2011’an ve bi parêzeran re bê navber hevdîtinê nikare pêk bîne. Di daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Li gor daneyên heyî, di navbera 27’ê Tirmehê û 31’ê Kanûna 2011’an 43 caran, 2012’an 104 caran, 2013’an 102 caran, 2014’an 104 caran û 2015’an 104 caran serlêdan hatine kirin, bi temamî hevdîtinên bi parêzeran re bi hincetên, “keştî bi arize ye” an jî “muxalefeta hewayê” ve hatin astengkirin. Wek OHD û MHD, em van wek astengkirina hevdîtinên bi parêzeran re yên li Îmraliyê, qedexekirina bi fîîlî ya parêzerekî, li hember rewşek heyî bi temamî bê kontrol hiştina vê girtîgehê,dîsa komek girtiyên nasnameya wan a siyasî heyî û lewre bi temamî ji holê rakirina mafê parastinê em digirin dest.”

DAXWAZ

Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku hevdîtinên bi malbatê re jî ji 6’ê Cotmehê 2014’an ve tê astengkirin, hat ragihandin ku dema pêvajoya çareserî û muzakere ya Ocalan dabû destpêkirin de şer bi dawî bibû. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku ji 24’ê Tirmehê ve pêvajoya pevçûnî bû sedema gelek mirin û binpêkirina mafên mirovan, ev daxwaz ji CPT hat pêşkêşkirin:

*Sîstema tecrîdê ya bi Girtîgeha Îmraliyê bûye yek bi temamî bê rakirin.

*Qedexeya fîîlî ya bi parêzeran re ji 27’ê Tirmeha 2011’an didome bê bidawîkirin, astengiyên heta niha wek hincet dihatin nîşandan bên lêkolînkirin û hevdîtina Birêz Ocalan bi parêzeran re pêk were.

*Birêz Ocalan û girtiyên din bi endamên malbatê û ji bilî endamên malbatê bi 3 kesên dixwazin re hevdîtinên bi nîzam pêk bînin.

*Tevahî mafên bi qanûnan hatine sazkirin pêk werin.

*Heyeta siyasî ya HDP’ê ya di çarçoveya pêvajoya çareseriyê gelek ziyaret pêk anî, bi Birêz Ocalan re ji nû ve hevdîtinan pêk bîne.

*Li gorî serlêdana Ocalan/Tirkiye ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, xebatên hiqûqî û îdarî yên rewşa girtî ya Birêz Ocalan baştir bikin û di encam de girtîbûnê bi dawî bikin demildest bên destpêkirin.

Di dawiya daxwaznameyê de wiha hat gotin: “Ji ber van hemû sedeman, em daxwaz dikin ku CPT yetkiyên xwe yên ji hevpeymanê çavkaniyên xwe digire bikar bîne, di demek herî kurt de heyetek ji nûnerên civaka sivîl jî tevlî heyetekê bike û li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê lêkolînan bike, bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinan bike.”

ÎHD’ê JÎ SERÎ LÊ DABÛ

Serokê Giştî yê Komaleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turdogan jî têkîldarî şertên tecrîda girankirî ya li ser Ocalan serî li CPT’ê dabû.