Li Elmanya ciwanan 15’ê Sibatê û qetlîam protesto kirin
Ciwanên li bajarên Heîlbronn û Stûttgart ê Elmanya dijîn, komploya 15’ê Sibatê û êrîşên qirkirinê protesto kirin.
Ciwanên li bajarên Heîlbronn û Stûttgart ê Elmanya dijîn, komploya 15’ê Sibatê û êrîşên qirkirinê protesto kirin.
Ciwanên Kurd ên li Stûttgart dijîn, duh Rêya Theodorheûsê li trafîqê girtin.
Nêzî 50 ciwanên ku 15’ê Sibatê û êrîşên qirkirinê yên li ser Bakurê Kurdistanê protesto kirin, dem bi dem dirûşmên “Bijî Serok Apo” qîr kirin.
HEILBRONN
Li bajarê Heîlbronnê duh şev ji aliyê Ciwanên Azad ve çalakiyek hat lidarxistin. Nêzî 40 ciwanên ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê û êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Bakurê Kurdistanê ber bi navçeya Neckarsûlmê ve meşiyan û Şaredariya Heîlbronnê jî şermezar kirin. Ciwanan bertek nîşanî qedexeya çalakiyan a ku şaredarî qedexe kirye kirin û çalakiya xwe bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî kirin.