Li Qoserê çalakiya bersivdayînê: 5 polîsên tevgera taybet hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Qoserê, li hemberî maşîneke zirxî ya tîmên tevgerat taybet çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de 5 polîsên tevgera taybet hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê li dijî gelê Kurd dike, tîmeke gerîla ya li Mêrdînê bi armanca bersivdayînê çalakiyeke bi bandor a sabotajê pêk aniye. Di daxuyaniya HPG'ê de ev agahî li ser çalakiyê hat dayîn: "Roja 14'ê Sibatê saet di 01:30 de li taxa Mezopotamya ya li navenda navçeya Mêrdîn Qoserê, tîmeke me ya gerîla li nêzî pira Çop, li dijî maşîneke zirxî ya tîmên tevgera taybet çalakiyeke sabotajê pêk anî. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di vê çalakiyê de herî kêm 5 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. Medya şerê taybet a Tirk ev çalakî weke 'polîsan teqemeniya berê pê hesiyabûn îmha kirin' weşandin. Ev nûçeyên derew ji bo nirxumandina rastiyê ye. Piştî çalakiyê, enqaza maşîna zirxî ji cihê bûyerê hat rakirin."

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKIN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"Roja 15'ê Sibatê saet di navbera 12:00-15:00 de qereqolên Tepê Sor, Kanî Masî û Deştanê yên li ser sînorê herêma Metîna ne; derdora xwe û saet di navbera 16:30-17:00 de jî qereqola Arûşê, qada Şehîd Dilber bi hawan û çekên giran bombe kirin.

15'ê Sibatê saet di navber 07:00-07:30 de qereqola Êrîş li ser sînorê navçeya Colemêrg Çelê ye; girê Xeregol û derdora wî, saet di navbera 15:30-16:30 de qereqolên Tepê Ortê û Şkêr obus avêtin derdora xwe.

15'ê Sibatê saet di navbera 20:30-21:30 de artêşa TC a li derdora girê Şehîd Zerdeşt ê li navçeya Colemêrg Geverê, bi obus, hawan û çekên giran derdora xwe bombe kir.

Roja 15'ê Sibatê saet di navbera 18:00-21:00 li Xakurê û Avaşîn, saet di navbera 18:00-23:00 de li qada Gundê Filleha yê Zapê, saet di navbera 10:00-17:00 de li Metîna, saet di navbera 07:00 û 03:00 ê 16'ê Sibatê (îro) de li herêma Zapê balafirên keşfê; roja 15'ê Sibatê saet di navbera 18:00-18:30 de li herêma Heftanînê balafirên şer geriyan."