Faşîzma Fûtbolê: Cezayê ‘Bila Zarok Nemirin’
Ji ber pankarta, “Bila zarok nemirin, bên maçê” cezayê pereyan li Amedsporê hat birîn.
Ji ber pankarta, “Bila zarok nemirin, bên maçê” cezayê pereyan li Amedsporê hat birîn.
Desteya Dîsîplîna Profesyonel a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê ji ber pankarta li Kûpaya Tirkiyeyê cezayê pereyan li Amedsporê birî.
Di biryara di serokatiya Parêzer Huseyîn Karaahmetoglû ya 16.02.2016 û civîna 59. a Desteya Dîsîplînê de wiha hat gotin:
“Kuluba Faalîyetên Sportotîf a Amedê ji ber di pêşbirka 09.02.2016’an a Kûpaya Tirkiye ya Zîraatê ya Faalîyetên Sportîf a Amedê-Fenerbahçe A.Ş de bi pankara bê destûr derket, li derveyî talîmatan tevgeriya, biryar hat dayîn ku 5.000-TL cezayê pereyan lê bê birîn.”