Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê agir dibe Hezexê
Dewleta AKP’ê beriya êrîşî Hezexê bike bi hezaran leşker û polîs û wesayîtên zirxî li vir kom kir, vê carê jî bi tankerên Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê sotemeniyê dikşînin navçeyê.
Dewleta AKP’ê beriya êrîşî Hezexê bike bi hezaran leşker û polîs û wesayîtên zirxî li vir kom kir, vê carê jî bi tankerên Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê sotemeniyê dikşînin navçeyê.
Li navçeya Hezex a Şirnexê ku bi mehan e di bin dorpêça hêzên dewleta Tirk de ye bi ‘qedexeya kolanan’ ve piştî sewqiyata wesayîtên zirxî yên ji bo navçeyê, sewqiyata personelan jî zêde bû.
Sewqiyata personelan a ji aliyê Cizîrê bi sirûdên nîjadperest bi wesayîtên zirxî û otobusan pêk tê, kamerayan qeyd kir ku 2 tankerên sotemeniyê yên Midûriyeta Giştî ya ASKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê jî bi wan re bû.
AKP’e ya di operasyonên qirkirinê yên li Kurdistanê de temamî derfetên dewletê seferber dike, vê carê wesayîtên şaredariyê jî xist dewrê.