Ustek ê ji aliyê polîsên Tirk hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin

Ustek ê li Taxa Dîcle ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ji lingê xwe hat birîndarkirin û piştî rakirin nexweşxaneyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna sedan kesan ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Cenazeyê Xebatkarê Şaredariya Şirnexê Eyup Ustek (23) ê li Taxa Dîcle ya Şirnexê nêzî saet 21.00’an dema ji bo biçe gel xizmen xwe ji malê derket bi êrîşên hêzên dewleta Tirk ji lingê xwe hat birîndarkirin û piştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest da, piştî karên otopsiyê ji aliyê malbatê hat wergirtin.

Cenaze bi meşeke ku bi tevlîbûna nûnerên MEYA-DER, Hevseroka KCD’ê Selma Irmak, Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, rêveberên DBP û HDP’ê û bi sedan kesî ve anîn Goristana Kendalê Îş a li Taxa Dîcleyê. Di merasîmê de Nûnerê Botanê yê MEYA-DER’ê Mele Kasim Yîgît axivî, sersaxî ji malbatê re xwest, wiha got: “Hewl dan komploya 15’ê Sibatê li Botanê zindî bikin. Lê, gelê me bi berxwedanê, bi li ser axa xwe mayinê ve vê komploya vala derdixe.”

Selma Irmak jî got êdî li hember wehşeta heyî nema hejmara miriyên xwe dizanin, wiha dewam kir: “Li hemberî me dijminekî hov û wehş heye. Gelê me berdêlên pir mezin dide. Lê, azadî ne hêsan e. Me soz da gelê xwe. Heta em yek bi yek nekevin bin vê axê, em ê ji îradeya xwe ya azadiyê, doza xwe venegerin.”

Apê Ustek, Osman Ustek jî ji bo tevlîbûna merasîmê sipasiyên xwe anî ziman, wiha got: “Eyup ne tenê şehîdê me ye, şehîdê tevahî Kurdistanê ye. Bila serê gelê Kurd sax be.”

Piştî axaftinan, cenazeyê Ustek li gel gora bavê wî hat defnkirin. Ji bo Ustek wê li pêşiya mala wî ya li Taxa Dîcleyê konê sersaxiyê bê vekirin.

...