KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyên 6 kesên li Cizîrê hatin qetilkirin ber bi warên wan ve hatin şandin
Cenazeyên 6 kesên li Cizîrê li Cizîrê hatin qetilkirin û li Saziya Tipa Edlî ya Silopiyayê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin, ber bi warên wan ve hatin şandin. Malbata Aydin Erol diyar kir, ku li bedena kurê wan şopa fîşekê nîne. -
Cenazeyê Mehmet Kûlbay hat teşxîskirin
Ji cenazeyên ji Cizîrê anîn Rihayê, cenazeyê Mehmet Kûlbay hat teşxîskirin. -
Cenazeyê Derya Koç hat teşxîskirin
Cenazeyê Hevseroka berê ya HDP'ê ya Mîlasê Derya Koç a li jêrzemîna sêyemîn a li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hat qetilkirin, li Silopiyayê ji aliyê bavê wê ve hat teşxîskirin. -
Li Helebê di navbera YPG û çeteyan de şer qewimî
Li derdora Benî Zêd a li taxa Eşrefiye û Seken Şebabî ya Helebê, di navbera şervanên YPG û komên çete de şer qewimî. Di encama vî şerî de bi dehan çete hatin kuştin. -
Gundê Kefer Nasih ê Til Rifetê hat azadkirin
Şervanên Ceyş el Siwar, gundê Kefer Nasih ê li başûrê bajarokê Til Rifetê ye, ji çeteyan paqij kirin. -
Tirkiye û DMME bi hev re bavê 'Bêkes' înfaz kirin
Orhan Tûnç, ku dema li jêrzemîneke li Cizîrê asê ma zarokek wî bi navê 'Bêkes' ji dayik bû, hat înfazkirin. Tirkiyeyê di parêznameya xwe ya pêşkêşî DMME kir de jî diyar kir, ku Tûnç hatiye înfazkirin. -
Li Sûrê çi tê veşartin?
Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Amedê Alî Şîmşek û Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mûhterem Suren mijar ji ANF'ê re nirxandin. -
6 cenazeyên li Xabûrê hatin teşxîkirin wê bên wergirtin
Ji cenazeyên kesên li jêrzemînên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, cenazeyên 6 ji wan li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. -
Li Hezexa êrîş lê giran e serdegirtina malan
Li navçeya Şirnex Hezexê, taxên bendên xweparastinê lê hatine danîn bi top û çekên giran ên bombekirin. Li taxên din jî hêzên dewletê diavêjin ser malan. -
Mele Abdulezîz Midyadî: Em li dijî yên bedenên bê ruh ên keçên me tazî dikin, bibin yek
Nerazîbûna li hemberî komkujiya li jêrzemînên Cizîrê, dewam dike. Ji rûspiyên Êlihê, meleyê medreseyê Mele Abdulezîz Midyadî banga yekîtiyê li Kurdan kir. -
Ciwanekî li ser şopa berxwedêran: Mehmet Benzer
Hêrsa malbatên zarokên wan li jêrzemînên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi awayekî zindî hatin şewitandin, roj bi roj mezin dibe. -
Gelê binarê Qendîlê komploya 15'ê Sibatê şermezar kir
Gelê binarê Qendîlê komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li tevahiya gelê Kurd kir, ku ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê. -
Li başûrrojavayê Holê operasyona HSD'ê: 2 gund hatin rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li başûrojavayê Holê derketin operasyonê û 2 gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Li Sûrê berbazekî din mir
Li navçeya Amed Sûrê berxwedan di roja 77. de ye. Di şerê li vir de berbazekî artêşa Tirk mir. -
Li Silûkê şer diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan xwe berdin rojhilatê bajarokê Silûkê. Di encama destwerdana şervanên YPG'ê de şer derket. Şerê li herêmê dewam dike. -
Rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê ji bo 3 rojan li trafîkê hat girtin
Rêya bejahî ya Şirnex-Cizîrê, bi hinceta "li herêmê wê operasyon were kirin" ji bo 3 rojan ji her du aliyan ve li trafîkê hat girtin. -
Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê hat girtin
Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Hamdûllah Dînler ê ji DBP'ê, ku ji bo dayîna îfadeyê çûbû emniyetê û hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin. -
Êrîşên li dijî Şêxmeqsûd didomin: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 36 kes birîndar bûn
Êrîşên çeteyên El Nûsra yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, dewam dikin. Ji ber êrîşên çeteyan, sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 36 kes jî birîndar bûn. -
Bayik: Dewletê hevdîtinên li Îmraliyê weke parçeyekî şer meşand
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, armanc û rêveçûna komployê, pêvajoya Îmraliyê û rewşa heyî nirxand. -
Ezîz: Eger Kurd nebin yek, dikarin sedsaleke din jî winda bike
Sekreterê Giştî yê Hizbî Ayînde Qadir Ezîz diyar kir, eger Kurd yekîtiya xwe ya demokratîk pêk neynin, mîna sedsala bihurî, wê di vê sedsalê de jî winda bikin. -
Ji Mûgdat bi tenê xarik man
Mûgdat Ay ê 12 salî, dema li ber mala xwe bi xarikan dilîst, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Ji Mûgdat ê biçûk, xarik û 3 lîreyê di bêrîka wî de man. -
Li Nisêbînê li hember wesayîtên polîsên Tirk êrîş pêk hat
Li navçeya Nisêbînê li ser kolana Çagçagê li hember wesayîtên zirxî a polîsên Tirk ku taxan xistine bin dorpêça xwe êrîşa bi bombeyî pêkhat. -
Topbarana artêşa Tirk li dijî Efrînê dewam dike
Artêşa Tirk topbarana xwe li dijî deverên herêma Şehba û Kantona Efrînê di roja 4’emîn de berdewam dike. -
Li Geverê dewleta Tirk tax gulebaran kirin, gel li ber xwe dide
Li Geverê li ser êrîşa hêzên dewleta Tirk a ji lojmanên tîmên taybet ên li Cadeya Îpekyolû û TOKÎ li ser taxên Yenî, Esentepe û Esenyûrtê dane destpêkirin, gel li ber xwe dide. -
Êrîşên çeteyan a li hêmber Şêxmaqsûd didomin
Çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra yên li derdora taxa Şêxmeqsûd bi cih bûne, bi çekên giran taxê topbaran dikin. Di encamê de 7 welatiyên sivîl birîndar bûn.