Ji Mûgdat bi tenê xarik man

Mûgdat Ay ê 12 salî, dema li ber mala xwe bi xarikan dilîst, ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hat qetilkirin. Ji Mûgdat ê biçûk, xarik û 3 lîreyê di bêrîka wî de man.

Dayik Medîha Ay diyar kir, kurê wê li pêş çavên wê hat qetilkirin û ji ber gulereşandinê demeke dirêj dewam kir, ew mecbûr ma li jidestdayîna jiyana kurê xwe temaşe bike. Ay da xuyakirin, ku ew ê vî tiştê bi serê wan de anîn û medya şer a ku kurê wê 'terorîst' îlan kir, ti carî ji bîr neke.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, hêzên dewleta Tirk ên bi awayekî wehşî êrîşê dikin û sivîlan qetil dikin, herî dawî li kolana Tûnç a li taxa Dîcleyê, Mûgdat Ay ê 12 salî yê li ber mala xwe bi xarikan dilîst qetil kirin, hevalê wî Azad Denker ê 16 salî jî ji lingê wî birîndar kirin. Hêzên dewletê yên Mûgdat qetil kirin, bi destê medya şer ew weke 'terorîst' îlan kir. Malbata Ay nerazîbûn nîşanî medya şer da. Bav Abdurrahman Ay amadekariyan dike ku li hemberî yên kurê wî piştî qetilkirinê weke 'terorîst' îlan kirin, dozê veke.

KURÊ MINM BI HEVALÊN XWE RE BI XARIKA DILÎST

Dayik Medîha Ay da xuyakirin, ku kurê wî bi hevalên xwe re li kolanê bi xarikan dilîst û înfaza li pêş çavên wê qewimî vegot: "Kurê min bi hevalên xwe re li kolanê bi xarikan dilîst. Hingî min jî ji şibakeyê li wan dinêhirî. Li kolanê tiştek tinebû, ti tevgerek nebû. Ji nişka ve gule hatin reşandin. Kurê min û hevalekî wî hewl dan birevin. Di wê kêliyê de kurê min li pêş çavên min ket erdê."

MIN LI BEDENA WÎ RUH JÊ DIÇÛ TEMAŞE KIR

Medîha Ay ragihand, ku ji ber gulereşandinê ew mecbûr ma li bedena kurê xwe yê ruh jê diçû temaşe bike û anî ziman, kurê wê demeke dirêj li erdê hat hiştin. Ay bi barandina rondikan got, kurê wê destê xwe daniye ser sînga xwe cihê gule lê ketiye û bi wî rengî maye. Ay diyar kir, li dû kurê wî li cihê lê dilîst, xarikên wî û 3 TL pereyê di bêrîka wî de maye. Ay got, "Ez ê ketina kurê xwe, ji dest dayîna jiyana wî ti carî ji bîr nekim."

MEDYA ŞER DEREWAN DIKE

Ay nerazîbûn nîşanî nûçeyên îdîa kirin ku kurê wê PKK'yî ye û got, "Mûgdat zarokekî hînê 1 salî bû, li ber mala me bi xarikan dilîst. Zarokekî di vî emrî de jî kirin 'terorîst' û qetil kirin." Ay anî ziman ku dewleta Tirk ji zarokan jî ditirse û nerazîbûn nîşanî medya şer da ku piştî qetilkirinê nûçeyên derew ên 'di şer de hat kuştin' weşand.

Dayik Ay got, "Mûgdat kurê min ê herî biçûk bû, pitika min bû" û da xuyakirin, ku ji aliyê dewletê ve hatiye qetilkirin û tevlî karwanê zarokên biçûk bûye. Ay ragihand, Mûgdat zarokekî ji dil û germ bû û got, "Timî bi min re diaxivî, sohbet dikir. Her tiştê xwe ji min re digot, hêviyên xwe, bendewariyên xwe bi min re parve dikr. Digot, 'Êdî bes e, bila aştî bê. Bila ev agir vemire, bila dayik negirîn'. Lê ew bi xwe jî bû qurbanê vî şerî û rondikê min barand." Ay destnîşan kir, ku ew ê li hemberî komkujî û êrîşên li dijî xwe, li ber xwe bidin û ji hêzên dewleta Tirk xwest, xaka wan biterikînin.

EM Ê DOZÊ LI MEDYA ŞER VEKIN

Bav Abdurrahman Ay jî da xuyakirin, ku li cihê kurê wî lê hat qetilkirin ti bend û xendek tinebûn û nerazîbûn nîşanî nûçeyên li ser kurê wî yê 12 salî hatin çêkirin, da. Bav Ay diyar kir, kurê wî li pêş çavên wan hat qetilkirin û da zanîn, ku ew ê dozê li yên ev nûçe çêkirin vekin.