Bayik: Dewletê hevdîtinên li Îmraliyê weke parçeyekî şer meşand

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, armanc û rêveçûna komployê, pêvajoya Îmraliyê û rewşa heyî nirxand.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bibîr xist, ku ji 5'ê Nîsanê û vir ve ew ti agahiyan ji Rêberê xwe nagirin û careke din dest nîşan kir, ku nêzîkatiya li Ocalan ji bo wan sedema şer û aştiyê ye.

Bayik di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de diyar kir, ku dema komploya navneteweyî hat lidarxistin, hem hêzên navneteweyî, hem jî Tirkiyeyê xwestin xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêbandor bikin û got, "Dixwestin li Rojhilata Navîn sîstemeke ew lê serdest in, ava bikin. Xeta Rêber Apo hem li hemberî hêzên navneteweyî, hem jî li hemberî polîtîkayên Tirkiyeyê astengî dihat dîtin. Lê di nava 17 salên derbasbûyî de qelskirina xeta Rêber Apo li aliyekî, xeta Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn bû yekane alternatîfa siyasî."

'DI HÊZ NIKARE PÊŞÎ LI TÊKOŞÎNA ME YA XETA RÊBER APO BIGIRIN'

Bayik da xuyakirin, ku weke tevger ew gelekî bi hêvî dikevin sala 18'an a komployê û destnîşan kir, ku têkoşîna wan wê bêhtir bandorê bike û bi ser bikeve. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Ji ber ku ti hêz nikare têkoşîna me ya xeta Rêber Apo asteng bike, hêza kesî ya astengkirina vê nîne. Polîtîkayên rast, hêza îdeolojiyan di herikîna dîrokê de ji aliyê ti hêzeke leşkerî ve nekarîne bên astengkirin."

Bayik anî ziman, bi destpêkirina sala 18. a komployê re dewleta Tirk ji aliyê îdeolojîk û siyasî ve têk çûye û got, "Xeta Rêber Apo li Îmraliyê mîna rojekê hilatî ye."

'DI XETA RÊBERTÎ DE ŞOREŞA ROJAVA AFIRIYE'

Bayik bibîr xist, ku komploya navneteweyî li Sûriyeyê destpê kir û bal kişand ser rewşa heyî ya Sûriyeyê.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê ev nirxandin kir: "Rêber Apo ji Sûriyeyê, ji Rojava hat derxistin. Lê belê li cihê ku komploya navneteweyî lê dibêje, 'Min Apo ji Rojava derxist, ji Sûriyeyê derxist, ez serketî me' îro di xeta Rêbertî de Şoreşa Rojava afirî ye. Ev ne tenê şoreşa Kurdên li Rojava ye, ya hemû gelên li Bakurê Sûriyeyê, şoreşa tevahiya Sûriyeyê ye. Divê mirov Şoreşa li Rojava bi tenê bi Kurdan bi sînor nekin. Xeta Rêbertî xeteke teng a neteweperestiyê nîne. Bi tenê xeta azadî û demokrasiya ji bo gelê Kurd nîne; xeta demokrasî û azadiyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn ji bo Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê ye." Bayik diyar kir, di roja îro de ev xet li Sûriyeyê derfetê pêkhatinê dîtiye û destnîşan kir, ku ev rastî bi xwe nîşan dide komplo li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têk çûye.

'HEMÛ DIJMINÊ KURDAN LI DORA AKP'Ê TIFAQ ÇÊKIRINE'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bal kişand ser 'pêvajoya çareseriyê', ku ji aliyê AKP'ê ve hat qedandin û got, "Di dema li Îmraliyê bi Rêber Apo re muzakere dihat kirin de, operasyonên qirkirina siyasî dikirin. Di salên 2011-2012 dest bi şerekî dijwar kirin. Ji ber ku polîtîkayeke xwe ya çareseriyê tineye, ji bo tinekirina têkoşîn û rêxistinbûyîna gelê Kurd, ji bo şikandina vîn û daxwazên gelê Kurd, ket nava hewldanan."

Bayik da xuyakirin, ku di roja îro de li dora AKP'ê eniyeke faşîst derketiye holê û anî ziman, hemû neteweperestên şovenîst, Ergenekonî, hemû dijminên Kurdan li dora AKP'ê tifaq çêkirine. Bayik got, "Yên di salên 1990'î de şerê kirêt meşandin, îro ji nû ve hatine wezîfedarkirin. Li Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sûr û her devera Kurdistanê ev çete tên bikaranîn. Ya jê re JOH dibêjin JÎTEM bi xwe ye. POH jî ew şervanên kirêt ên salên 1990'î ne."

Bayik ragihand, ku Ocalan di dema hevdîtin û diyalogê de ji rêxistinê xwestiye, firsendê bide diyalog û hevdîtinan û got, "Di mijara Mutabaqata Dolmabahçeyê de jî îtirazên me hebûn, got, 'pêwîstî bi îtirazan nîne, em ê mutabaqateke bi vî rengî biweşînin'. Lê belê Rêber Apo gelek caran û di hevdîtinên herî dawî de jî got, 'Eger em li vê derê encamekê bi dest nexin, bêguman gelê Kurd wê rêya xwe bi xwe diyar bike, wê têkoşîna xwe bi xwe bimeşîne; wê xwe bi xwe bi rê ve bibe; jiyana xwe ya azad û demokratîk bi xwe ava bike.'"

'NÊZÎKATIYA LI RÊBER APO SEDEMA ŞER Û AŞTIYÊ YE'

Bayik da xuyakirin, ku tevgera wan gelek caran ragihandiye, ku nêzîkatiya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan sedema şer û aştiyê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li cihekî ku di nava şert û mercên azad de Rêber Apo muzakereyê neke, li cihê ku Rêbertî azad nebe, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe, ne jî têkoşîn diqede. Şert û merc çi dibin bila bibin gelê Kurd jî wê li ber xwe bide. Gelê Kurd ewçend berdêlên giran da. Çil salan berdêl da. Ev hemû ji bo jiyana azad û demokratîk in. Wê ti carî ji van daxwazên xwe venegere, dev ji jiyana azad û demokratîk bernede. Wê têkoşîna xwe bênavber di nava her şert û mercan de bidomîne.

'AKP TENGAV BÛBÛ, BI DIYALOGÊ RE XWEST BÊHN BÊ BER'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê anî ziman, ku hikûmeta AKP'ê di sala 2012'an de gelekî tengav bûbû, lewma neçar ma xwe nêzî hevdîtinên 2013'an bike û got, "Bi van hevdîtin û diyalogê re xwest bêhn bê ber. Polîtîkayeke xwe ya çareseriyê tinebû."

Bayik ragihand, biryara vekişandina gerîla, serbestberdana leşkeran gavên ji bo cesaretê bide bûn û got, "Lê belê hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk xwedî nêzîkatiya çareseriyê nebûn. Herhal diviyabû bersiveke van hebûya. Rêber Apo û tevgera me dema ev kirin, xwestin gavê bidin avêtin. Lê zîhniyeteke AKP'ê ya bi vî rengî tinebû."

'AKP'Ê HEVDÎTIN WEKE PARÇEYEKÎ JI ŞER DIMEŞAND'

Bayik bibîr xist, ku hevdîtinên li Îmraliyê ji aliyê musteşariya ewlekariya cemaweriyê ve hat meşandin û ev nirxandin kir: "Ji xwe ev musteşariya ewlekariya cemaweriyê, berpirsyariyeke şerê taybet e. Musteşarê ewlekariya cemaweriyê erkdarekî navenda şerê taybet e. Lewma çawa ku di hevdîtinan de ew hebûn, di nava plana şer de jî ew hebûn. Hevdîtin jî weke parçeyekî ji şer dimeşandin. Polîtîkayên xwe yên ji bo çareseriyê tinebûn. Li dorê digeriyan bê çawa dikarin mijûl bikin û di nava demê de PKK'ê tesfiye bikin. Haya Rêber Apo û tevgera me ji vê tinebû? Belê hebû. AKP'ê bi polîtîkayên tesfiyeyê re xwest demekê werbigire, Rêber Apo û tevgera me jî dixwestin dewletê û civakê ji çareseriyê re amade bikin. Ev pêvajoya hevdîtinê pêvajoyeke têkoşînê bû. Bêguman di nava vê têkoşînê de em ketin nava hewldana 'gelo em dikarin bi hikûmeta AKP'ê re gavê bidin avêtin' jî hebû. Ev hevdîtin û pêvajoya diyalogê, ji bo amadekirina civak û dewletê ji çareseriyê re gihaşt astekê. Lê belê dîsa jî firsendên bi vê pêvajoyê re derketin holê baş nehatin bikaranîn. Lê hikûmeta AKP'ê jî di encama van hevdîtin û diyalogê de negihaştiye armanca xwe. Tevgera me di vê demê de xurt bû û bi pêş ket."

'JI BO AŞTIYÊ DIVÊ POLÎTÎKAYA LI ÎMRALIYÊ WERE GUHERTIN'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di dewama axaftina xwe de ragihand, ku ji bo pêkhatina çareseriyê beriya her tiştî divê polîtîkaya li Îmraliyê were guhertin û got, "Lewma em timî qala azadiya Rêber Apo dikin. Dema em qala azadiya Rêber Apo dikin, em dixwazin polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan bê terikandin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, sîstema Îmraliyê ji holê ranebe, divê ti kes ne li bendê be ku pirsgirêka Kurd çareser bibe."