Cenazeyê Derya Koç hat teşxîskirin

Cenazeyê Hevseroka berê ya HDP'ê ya Mîlasê Derya Koç a li jêrzemîna sêyemîn a li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hat qetilkirin, li Silopiyayê ji aliyê bavê wê ve hat teşxîskirin.

Cenazeyê Hevseroka berê ya HDP'ê ya Mîlasê Derya Koç a li jêrzemîna sêyemîn a li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hat qetilkirin, li Silopiyayê ji aliyê bavê wê ve hat teşxîskirin.

Bavê Koç Kemal Koç çû Saziya Tipa Edlî ya ji bo demekê li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatiye avakirin û cenazeyê keça xwe teşxîs kir. Tê payîn malbat îro cenazeyê xwe werbigire.

Derya Koç roja 10'ê Sibatê ji qenalên televîzyonê û ajansa re axivî bû û gotibû, hevalên wê yên birîndar hatine şewitandin û înfazkirin. Koç gotibû hêzên dewletê hewl didin wan jî qetil bikin.