Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê hat girtin
Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Hamdûllah Dînler ê ji DBP'ê, ku ji bo dayîna îfadeyê çûbû emniyetê û hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Dêrikê Hamdûllah Dînler ê ji DBP'ê, ku ji bo dayîna îfadeyê çûbû emniyetê û hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
Hamdûllah Dînler piştî ragirtin li Emniyeta Navçeya Dêrikê, sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozgeriya Tirk jî bi daxwaza girtinê Dînler radestî dadgehê kir û bi îdîaya "endametiya rêxistinê" Dînler hat girtin. Dînler şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.