Li Silûkê şer diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan xwe berdin rojhilatê bajarokê Silûkê. Di encama destwerdana şervanên YPG'ê de şer derket. Şerê li herêmê dewam dike.
Çeteyên DAIŞ'ê hewl dan xwe berdin rojhilatê bajarokê Silûkê. Di encama destwerdana şervanên YPG'ê de şer derket. Şerê li herêmê dewam dike.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên li herêmê hatine wergirtin, danê vê sibehê saet di 04:00 de 6 çeteyên DAIŞ'ê hewl dan xwe berdin nava çeperên YPG'ê yên li rojhilatê bajarokê Silûkê ku 20 km li rojhilatê bajarê Girê Spî ye.
Şervanên YPG'ê yên bi vê tevgera çeteyan hesiyan, dor li çeteyan girtin û dest li wan werdan.
Şerê di encama vê destwerdanê de derket, dewam dike. Li ser encamên vî şerî agahiyeke zelal bi dest neket.