Topbarana artêşa Tirk li dijî Efrînê dewam dike

Artêşa Tirk topbarana xwe li dijî deverên herêma Şehba û Kantona Efrînê di roja 4’emîn de berdewam dike.

Artêşa Tirk topbarana  xwe li dijî deverên herêma Şehba û Kantona Efrînê di roja 4’emîn de berdewam dike.

Hat ragihandin ku artêşa dewleta Tirk ku li hemberî têkçûna çeteyan nikare xwe ragire, bi dehan topan davêne deverên sivîlan ên gundewarê bakurê Helebê (herêma Şehba) û gundên Kantona Efrînê. Gundên herî dawî ji aliyê artêşa Tirk ve hatine topbarankirin ev in: “Til Rifeet, Minix, Eyn Zeqnê, Merenaz, Elqemiyê, Kiştar, Kefer Anton, Nasriyê, Kefer Naya û derdora bajarê Efrînê”

Hat diyarkirin ku di encama topbaranê de hin welatiyên sivîl birîndar bûne û gelek ziyanên madî derketine. Ji aliyekî din ve jî pêla koçberiya welatiyan herêma Şehba ji ber topbarana dewleta Tirk ve ber bi kantona Efrînê ve berdewam dike.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku şervanên Artêşa Şoreşgeran gelek gund û bajarok ji destên çeteyan rizgar kirin, ev 4 roj in dewleta Tirk bê navber ji bo çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam  li ser piyan bihêle herêmê topbaran dike.