Li Sûrê çi tê veşartin?

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Amedê Alî Şîmşek û Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mûhterem Suren mijar ji ANF'ê re nirxandin.

Li Sûrê, dorpêçî û terora dewleta Tirk di roja 78. de ye. Hêzên dewleta Tirk nahêlin rojnamevan bikevin nava taxên qedexe lê nîne. Vê yekê jî pirsa "Gelo li Sûrê çi tê veşartin?" xist rojevê. Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ê Amedê Alî Şîmşek û Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Mûhterem Suren mijar ji ANF'ê re nirxandin.

ŞÎMŞEK: WÊ NIKARIBIN JI DARIZANDINÊ BIFILITIN

Şîmşek da xuyakirin, ku dewlet bi xapandina civakê re hewl dide rastiyan veşêre û bibîr xist, malbat bi xwe nikarin cenazeyên xwe rakin. Şîmşek diyar kir, ev yek bi tena serê xwe nîşan dide bê şer çiqasî kirêt, bê pîvan, bê sînor û li dijî exlaqê ye û da zanîn, ku bi zext û astengiyên li hemberî çapemeniya muxalîf re hewl tê dayîn ser rastiyan bê nixumandin. Şîmşek got, "Medya alîgir li nava panzerên dewletê kolan bi kolan digerin. Çapemeniya mûxalîf jî bi awayekî kêfî tên astengkirin. Ev hewldana nixumandinê bû sedem ku li Cizîrê li pêş çavên her kesî 150 kes bên qetilkirin." Şîmşek destnîşan kir, ku ev sûcdariyên giran çiqasî bên nixumandin jî wê berpirsyar li platformên navneteweyî nikaribin ji darizandinê bifilitin.

'EM BI FIKAR IN KU KOMKUJIYEK DERKEVE HOLÊ'

Şîmşek ragihand, li taxên li Sûrê yên hedef tên girtin hînê gelek sivîl hene û anî ziman, ev sivîlên malên xwe neterikandine, di bin bomberdûman, di nava rewşeke bê av, bê elektrîk de hewl dane bijîn. Şîmşek da zanîn, weke DBP'ê ji bo rakirina dorpêçiyê, rakirina cenazeyan û pêkanîna ewlekariya jiyana mirovan wan serî li wezaretên pêwendîdar, saziyên navneteweyî dane, ew hînê serî lê didin lê heta niha ti encam ji van hewldanên wan derneketine. Şîmşek diyar kir, hiştina cenazeyên 2 ciwanan 35 rojan li binê berfê û li naverastê, nêrîna dewletê nîşan dide û got, "Em bi fikar in ku di dema pêş de qetlîameke komî derkeve holê. Rewş ber bi wî derê ve diçe.. Em hêvîdar in wê komkujiye rû nede, ji ber ku eger li Amedê jî tiştekî bi vî rengî rû bide wê encam cuda be. Gel vê ti carî qebûl nake û wê nerazîbûna xwe di asta herî bilind de nîşan bide."

'BI QASÎ 300 SIVÎL HATINE QETILKIRIN'

Rêveberê ÎHD'ê Şaxê Amedê parêzer Mûhterem Suren da xuyakirin, ku astengkirina hatina endamên çapemeniyê û heyetên serbixwe, hewldana ji bo nixumandina sûcên hêzên dewletê ye û got, "Gelek caran li pêş çavên me sûcên giran ên mirovahiyê kirin. Ji meha Tebaxê û vir ve gelek caran sivîl bûn hedefa hêzên ewlekariya dewletê. Hejmara mirovên sivîl ên hatine qetilkirin gihaştiye 300 kesî. Ev hejmareke gelekî mezin û tirsnak e."

Suren anî ziman, ku hêzên ewlekariya dewletê naxwazin ti kes sûcên wan bibînin, bibihîzin û da zanîn, bi astengkirina hatina çapemeniyê re dixwazin delîlên sûcên xwe ji holê rakin.

Suren bibîr xist, ku di vê rewşê de jî medya alîgirê hikûmetê bi hêsanî li nava Sûrê digere û gelek nûçeyên manîpulatîf çêdikin. Suren got, "Sûcê ji aliyê hêzên ewlekariya dewletê ve hatine kirin jî hewl didin bixin stuyê aliyê din. Û bi vî rengî manşetan bi kar tînin. Lê belê ev hewldanên vala ne. Roj wê bê, wê hesabê van hemû sûcên şer bidin."