Li navçeya Şirnex Cizîrê Orhan Tûnç ê ku di jêrzemîna sêyemîn a li taxa Sûrê de bi rojan asê ma û zarokê wî yê navê "Bêkes" lê kirin ji dayik bû, hate înfazkirin. Ji bo 25 birîndarên ku di nav de Tûnç jî hebû li ser serlêdana MHD û ÎHD'ê ya ji bo biryara tedbîrê ku li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), Tirkiyeyê parastina xwe da DMME'yê. Di parastina hate dayîn de agahiya ku li ser cenazeyên ku li kolana Akdenîz a taxa Sûrê di jêrzemîna hovîtiyê de hatiye derxistin nasname û ehliyetekî bi navê Orhan Tûnç hatiye amadekirin derketiye hate dayîn. Di parastina ku Tirkiyeyê ji DMME'yê re şandiye de jî tê diyarkirin ku Orhan Tûnç hatiye înfazkirin.
TEVÎ BIRYARA TEDBÎRÊ JÎ RANEKIRIN NEXWEŞXANEYÊ
Orhan Tûnç ê ku birayê Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç e, ji ber ku ji birayê xwe yê li taxa Cûdiyê demeke dirêj agahî nagire, ji bo rewşê fêm bike xwest biçe taxê. Lê dema ku xwest derbasî taxa Cûdiyê bibe çû taxa Sûrê li wir di 15'ê Çileyê de ji aliyê hêzên dewletê ve hate gulebarankirin, birîndar bû û li vir asê ma. Ji bo ku Tûnç rakin nexweşxaneyê parêzeran serî li DMME'yê dan û di 19'ê Çileyê de ji bo Tûnç rakin nexweşxaneyê biryara tedbîrê girt. Lê tevî vê yekê jî Tûnç nebirin nexweşxaneyê.
'XWESTIBÛ NAVÊ BÊKES LI ZAROKÊ WÎ BIKIN'
Herî dawî hate hînbûn ku Tûnç li taxa Sûrê di jêrzemîna sêyemîn de ye. Tûnç bi 25 birîndaran re li bendê bû ku rakin nexweşxaneyê û di 10'ê Sibatê de zarokekî wî hate dinê. Beriya ku zarok ji dayik bibe bi telefonê malbata xwe re axivî û ji ber nerazîbûna li hemberî bêdengiya ku li dijî hovîtiya li Cizîrê pêk tê xwestibû navê zarokê wî "Bêkes" daynin. Derket holê ku di êrîşên hêzên dewletê yên li dijî sê jêrzemînan a 7-13'ê Sibatê de hatiye înfazkirin.
Bi vê parastina ku Tirkiyeyê daye DMME'yê re jî derket holê ku birîndarên li jêrzemîna sêyemîn a li taxa Sûrê hatine înfazkirin.