BI DÎMEN

Ciwanekî li ser şopa berxwedêran: Mehmet Benzer

Hêrsa malbatên zarokên wan li jêrzemînên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi awayekî zindî hatin şewitandin, roj bi roj mezin dibe.

Yek ji mirovên li jêrzemîna duyemîn a li Cizîrê bi zindî hat şewitandin Mehmet Benzer ê 20 salî ye, ku ji malbateke berxwedêr a Botanê ye û ev kevneşopiya malbata xwe dewam kiriye. Malbata Benzer diyar kir, bi qetilkirina zarokên wan bi awayekî wehşî, kes nikare gelê Kurd bitirs3ıne.

Du apên Benzer û pismamekî wî li nava refên PKK'ê di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. Apekî wî jî di dema operasyona Artêşa Tirk-PDK a li Başûrê Kurdistanê li hemberî PKK'ê de gazî bû. Bavê Mehmet Benzer Tajdîn Benzer destnîşan kir, ku ev komkujiya li jêrzemîna wehşetê hatiye kirin, wê ti carî ji bîra wî neçe.

Malbatê nikarîbû kurê xwe li Cizîrê veşêre, lewma li navçeya Êlih Kercewsê veşart. Bav Tajdîn Benzer da xuyakirin, ku ji şopa tilî wî cenazeyê kurê xwe teşxîs kiriye û anî ziman, ku cenazeyên li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatine şewitandin û parçekirin.

Benzer anî ziman, ku xuya ye zarokên wan bi çekên kîmyewî hatine qetilkirin û diyar kir, wehşeta li jêrzemînê hat kirin, nayê vegotin. Benzer destnîşan kir, ku ew ê van pêkanînên wehşî yên dewletê ti carî ji bîr neke.

DAYIK: EZ DIBÊJIM 'EZ Ê NEGIRÎM', LÊ HÊRSA MIN MIN TENGAV DIKE

Dayikê Gulê Benzer da xuyakirin, ku wan cenazeyê kurê xwe di nava kîsekî de teslîm girtine û diyar kir, wehşeta li birîndaran hat kirin, dilê wê şewitandiye.

Gulê Benzer got, "Ez hewl didim bi serbilindî bisekinim. Ev têkoşîneke, bêberdêl tiştek nabe. Lê belê kuştinek ewçend bênamerdî, şewitandina esîran, dilê min dişewitîne. Ez dibêjim ezê negirîm, lê hêrsa min min tengav dike."