Li Nisêbînê li hember wesayîtên polîsên Tirk êrîş pêk hat

Li navçeya Nisêbînê li ser kolana Çagçagê li hember wesayîtên zirxî a polîsên Tirk ku taxan xistine bin dorpêça xwe êrîşa bi bombeyî pêkhat.

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê li ser kolana Çagçagê ya ku 4 taxên berxwedanê Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Abdulkadîrpaşa digîhene hev li hember maşîneyên zirxî a polîsên Tirk ku taxan xistine bin dorpêça xwe çalakiyek bombeyi an go teqemenî ya dijwar pêkhat. Teqîna ku pêk hat li seranserî Nisêbînê hate bihîstin û ji cihê teqînê dûxan kişiya. Di çalakiya li hember maşîneyên zirxî yên polîsan de pêkhat derbarê kuştî û birîndaran de agahî nehat bidestxistin.