Li başûrrojavayê Holê operasyona HSD'ê: 2 gund hatin rizgarkirin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li başûrojavayê Holê derketin operasyonê û 2 gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li başûrojavayê Holê derketin operasyonê û 2 gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Duh bi şev, li başûrrojavayê bajarokê Holê yê ser bi Hesekê, di navbera hêzên HSD û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di şerê heta derengiya şevê dewam kir de gundên Meştel û Mişwarê ji çeteyan hatin paqijkirin.
Di vî şerî de 14 çete hatin kuştin, cenazeyên 4 ji wan di destê hêzên HSD'ê de man.