6 cenazeyên li Xabûrê hatin teşxîkirin wê bên wergirtin
Ji cenazeyên kesên li jêrzemînên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, cenazeyên 6 ji wan li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.
Ji cenazeyên kesên li jêrzemînên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, cenazeyên 6 ji wan li Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin.
Hewldanên malbatan ên ji bo teşxîskirina cenazeyên zarokên xwe yên li jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û beşek ji wan niha li depoya hewa sar a Deriyê Sînor ê Xabûrê tê ragirtin, dewam dikin.
Ev 6 roj in bi tenê 6 cenaze hatin teşxîskirin.
Cenazeyên Mûharrem Erbek ê 16 salî, Aydin Erol, Ferhat Karadûman, Edîp Arvas, Bûrhan Taşdelen û Nûrsel Dalmiş ên hatin teşxîskirin, wê îro ji aliyê malbatan ve bên wergirtin.