KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Xebatkarê şaredariyê yê bi guleya polîsan birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Xebatkarê Şaredariyê Eyup Ustek ê duh bi şev li taxa Dîcle ya Şirnexê ji ber êrîşa hêzên dewletê ji lingê xwe birîndar bû û ji ber ku demeke dirêj ranekirin nexweşxaneyê gelek xwîn jê çû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
Êrîşên çeteyan û şer dewam dikin
Êrîşên çeteyên DAIŞ, El Nûsra û Ehrar el Şam ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê dewam dikin. -
MSD: Divê nerazîbûn li hemberî êrîşên dewleta Tirk bê nîşandan
MSD'ê êrîşîn dewleta Tirk ên bêkontrol û bêpîvan şermezar kir û got, "Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin, ku van êrîşên dewleta Tirk û desteka wan a ji bo çeteyan, nerazîbûnê nîşan bidin." -
Li Hezexê derketina derve hat qedexekirin
Walîtiya Tirk a li Şirnexê da xuyakirin, ku ji îro bi şev saet 23:00 û pê ve li navenda navçeya Hezexê û gundê Xirabe Şeref derketina derve hatiye qedexekirin. -
Eleqeya ji bo pirtûka 'Notên Îmraliyê' zêde ye
Pirtûka 'Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad (Notên Îmraliyê)' cara 3. hat çapkirin. Heta niha 10 hezar pirtûk hatine firotin û ji niha ve zêdeyî hezar pirtûkên din ji Weşanxaneya Mezopotamyayê hatine xwestin. -
Dozgerî nahêle malbat cenazeyan bibînin
Ji bo teşxîskirina cenazeyên ji Cizîrê anîn Dîlokê malbatan serî li dozgeriyê dan. Lê belê dozgeriyê serlêdana malbatan red kir û 4 wêne nîşanî malbatan da, ji wan xwest bi vî rengî cenazeyan teşxîs bikin. -
Li Hezexê 2 teqînên mezin
Li kolana Alanya û semta Yenîmahalle ya Hezexê, 2 teqînên mezin rû dan. -
Çeteyên DAIŞ'ê pira Qereqozaqê teqandin
Çeteyên DAIŞ'ê pira gundê Qereqozaqê ya li başûrê Kobanê teqandin. -
Cenazeyekî din hat teşxîskirin
Ji 28 cenazeyên ji Cizîrê anîn Rihayê, cenazeyê Sînan Kaya ji aliyê malbatê ve hat teşxîskirin. -
Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Cizîrê
Polîsên Tirk bi hejmareke zêde avêtin ser Şaredaiya Cizîrê û niha li nava avahiyê lêgerînê dikin. -
Gulpî: Lingên navneteweyî yên komployê hînê li ser kar in
Siyasetmedarê ji Başûrê Kurdistanê Dr. Faîq Gulpî diyar kir, bêdengiya hêzên rojavayî li pêşberî komkujiyên dewleta Tirk dike, nîşan dide ku lingên navneteweyî yên komploya 15'ê Sibata 1999'an hînê li ser kar in. -
HSD'ê nasnameyên du şervanên xwe eşkere kir
Di topbaran hêzên artêşa Tirk a li dijî kantona Efrînê û bakUrê Helebê de du şervanên HSD'ê jiyana xwe ji dest dan. -
Artêşa Tirk bombeyan li Til Rifatê dibarîne
Artêşa Tirk bi obus û topan li bajarokê Til Rifat û gundên ser bi navenda Efrînê dixe. -
Gizing Rêbîn: Bêrîvan dayikek şoreşger û qehreman bû
Endama Meclîsa PJAK'ê Gizing Rêbîn, endama meclîsa partiyê Bêrîvan Hjar û her du hevalên pê re di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de roja 4'ê Sibatê jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Erka me pêkanîna hêvî û arezûya şehîdan e." -
Li Şêxmeqsûdê bi dehan çete hatin kuştin
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê, serçeteyekî bi navê Ebû Ubeyd ê El Nûsra jî di nav de bi dehan çete hatin kuştin. -
Gelê Qendîlê ji bo Ocalan meşiya
Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li binarên Qendîlê hat şermezarkirin. -
Sekreterê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad xwest Ocalan azad bibe
Sekreterê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad bang li hemû Kurdan kir, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan û çalakiyan lidar bixin. -
Komploya 15'ê Sibatê li Başûrê Kurdistanê bi çalakiyan hat şermezarkirin
Li bajarên Silêmaniye, Kerkûk û Ranya yên Başûrê Kurdistanê, komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hat şermezarkirin. -
Li Wanê teqîn
Li Taxa Xaçort a Wanê danê êvarî teqînek mezin pêk hat. -
Li Xelfetiyê komploya navneteweyî hat şermezarkirin
15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya hêzên navneteweyî bi tifaq û berjewendiyên qirêt li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş xistî li Xelfetiyê hat protestokirin. -
Parêzerê Nelson Mandela bi Hevserokê KCD'ê Hatip Dicle re hevdîtin kir
Heyeta biyanî ku Parêzerê Rêberê Afrikaya Başûr Nelson Mandela Essa Moosa, bi Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Hatip Dicle re hevdîtin kir. -
Li Dêrikê kesek hat girtin
Li Dêrikê ji 5 kesên k udi serdegirtinên malan de hatin binçavkirin Mahsûm Temel bi îdîaya, “Endamê rêxistinê ye” hat girtin. -
Bûyerên li Taxa Gaziyê vegeriya şerê bi çekan
Şerên li Taxa Gaziyê hat despêkirin hê dijwartir bû. Di şerê ku çek hatin bikaranîn de heta niha 2 kes birîndar bûn. -
Artêşa Tirk Girê Spî gulebaran dike
Artêşa Tirk bi çekên doçka embarên genim ên bajarê Girê Spî hedef digire. -
Li Londrayê dirûşmên ji bo Ocalan azadî deng veda
Li navenda Londrayê 17. Salvegera komploya 15’ê Sibatê ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî ve hat protestokirin.